NAVENDA NÛÇAYAN - Hikûmeta Awusturyayê, piştî biryara hilbijartina sordest ên Tirkiyeyê, diyar kir ku eger siyasetmedarên Tirk ji bo kampanya hilbijartinê bên Awusturyayê dê destûrê nedin wan.
Hilbijartina li Tirkiyeyê ku diviyabû di Mijdara 2019'an de pêk bihata, bi tifaqa AKP-MHP'ê re rewş guherî û hilbijartina pêşwext dê di 24'ê Hezîrana 2018'an de bê lidarxistin. Krîza AKP'ê ya bi welatên Ewropayê re ku di dema referandûma destûra bingehîn a Nîsana 2017'an derket holê, bû sedem ku Awusturya di vê hilbijartinê Tirkiyeyê boykut bike.
Di dema kampanya referandûmê de Awusturya, Hollanda, Elmanya û gelek welatên din ên Ewropayê destûr nedabûn propaganda hilbijartinê ya AKP’ê li welatên wan pêk we re. Hollanda wezîreke Tirk dersînor kiribû û ji ber astengiyên li Elmanyayê jî Erdogan hikûmeta Berlînê bi 'Nazîzm'ê sûcdar kiribû.
Li ser helwesta welatên rojavayî ya der barê vê hilbijartinê de, daxuyaniya destpêkê ji aliyê hikûmeta Awusturyayê ve hat dayîn. Serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz ji radyoya ORF re axivî û got, "Hikûmeta Erdogan bi salane hewl dide ji civaka bi eslê xwe Tirk a li Ewropayê sûdê bigire."
Kurz ku lîderê koalîsyona rastgiriya tund û mûxafazakar e got ku "Em naxwazin li Awusturyayê kampanya hilbijartinê ya Tirkiyeyê pêk we re û ji ber vê em ê destûr nedin."
sağlayacaktır. Toplum ortaklaşmayı istiyor, Siyasi partilerin de bunu dikkate alması gerekiyor.”