BEDLÎS - Li 27 gund û 7 mezrayên Bedlis û navçeyên Norşîn û Motkî yên Bedlisê qedexeya derketina derve îlan kirin.
Walîtiya Bedlisê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li 27 gund û 7 mezrayên girêdayî Navenda Bedlîs û navçeyên Norşîn û Motkî yên Bedlisê qedexeya derketina derve îlan kirine. Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku saet ji 00.01'ê 11'ê Cotmeha 2017'an heta fermana duyemîn qedrexe hatiye îlankirin.