ENQERE - Dermankirina 30 birîndarên komkujiya 10'e Cotmehê hêj didome. 2 sal di ser komkujiyê re derbas bû. 4 birîndaran bi dehan caran emeliyat bûn. Birîndar Yunus Akil ku di milê wî de hêj perçeyên bombeyê heye, diyar kir ku her dengê cîhaza "X-Ray" tê wî dîsa bûyera 10'ê Cotmehê tê bîra wî. Birîndar Nazim Karakurt jî got "Ez Veyselê biçûk ê got 'Em ji bo aştiyê hatin' qet ji bîr nakim. "
Di 10'ê Cotmeha 2015'an de 102 mirovên ji bo mîtînga aştiyê li GAR'a Enqereyê kom bûn di êrîşê jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birindar bûbûn. 2 sal di ser komkujiya 10'ê Cotmehê ya pêk hat re derbas bûn. Bertek û nerazîbûnên li dijî komkujiyê wekî roja ewil zêde bûn. Kesên komkujî şermezar kirin dîsa rastî êrîşa polîsan hatin. Di destpêkêde 500 birîndar rakiribûn nexweşxaneyê. Gelek ji wan li ser piyan hatin dermankirin û şandin malê. 394 kes, demek dirêj li nexweşxaneyê derman bûn. Gelek kesên bi giranî birîndar bûn jî piştî tedawiya dem dirêj jiyana xwe ji dest dan. Mustafa Budak ê birîndar bû 20 mehan di ber xwe da û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên komeleya 10'ê Cotmehê niha 30 kesên birîndar hêj tên dermankirin. Yek ji birîndarên ku 24 mehin li nexweşxaneyê derman dibe jî Cihan Andiç e.
Hin kesên ku dermankirina wan didome wiha ne:
Emrullah Ozdemir ê 18 salî: "Milê wî yê rastê birîndar bû. Piştî perçeyên bombeyê ji milê wî derxistin her dem elem digire û dermankirina wî didome.
Umît Balin: Xwendekar bû û tev li Mîtîngê bû. Ji bo dermankirinê ji Meletiyê sewqî Enqereyê kirin. Piştî ji çenga xwe birîndar bû demek dirêj nekarîbû bi axive. Balin tu niha di axive dermankirina wî ya ortodontik didome.
Îbrahim Işiktaş: Li Amedê dijî. Ji milê xwe 2 caran emeliyta bû. Piştî texinê bi KHK'ê îxrac bû. Divê dîsa emeliya bibe. Niha bi zahmetî dimeşe.
Cihan Andiç: Ji belek deverên bedena xwe birîndar bû. 24 mehin li nexweşxaneyê ye. Milê wî yê çepê felç e. Dermankirina wî ya li Nexweşxaneya Zaningeha Enqereyê didome. Di 10'ê Cotmehê de dîsa emeliyat bû.
Umran Tekdal: Ji ber birîndar bûye nikare kar bike. Ji rû û çenga xwe derman dibe. Bi dehan bilge di bedena wî de hene. Di 2'emîn salvegera 10'ê Cotmehê de dîsa emeliyat bû.
Aga Bayar: 56 salî ye. Teqawît bûye. Di teqînê de lebatên zikê wî (Navdil) perçe bûn. 6 mehan roviyên wî li derve bûn. Di 4'ê Adara 2017’an de krîza dil derbas kir. 7 mehin hişê wî ne li serê wî ye.
BIRÎNDARÊN 10’Ê COTMEHÊ HÊJ DERMAN DIBIN
Sînan Ok ê birîndarê 10’ê Cotmehê û xebatkarê Komeleya 10’ê Cotmehê diyar kir ku cenaze şandin 42 bajarên Tirkiyê û daneyên têkildarî birîndarîn jî teyît kir. Ok aşkere kir ku di salvegera 2’emîn komkujiyê de 4 birîndar emeliyat bûne û got: “Birîndarên me yên 6 meh in di komayê de ne hene. Yek ji van Cîhan Andîç e. 3 birîndarên me jî yên lebatê xwe winda kirine hene.”
Ok da zanîn ku hin birîndar bi protezan jiyana xwe berdewam dikin û wiha dewam kir: “Ji ber dengê teqînê hevalên me dermankirina ji guhên xwe dibînin hene. Ji ber şideta teqînê dermankirina hin hevalên me yên ji lebatên xwe yên hundirîn birîndar bûne û xera bûne dibînin. Hin hevalên me di dilê wan de pirsgirêk derketin û dermankirinê dibînin hene. Piştî demên dirêj hevalên me ferq kirin ku zerar di laşê wan de çêbûne. Ji ber şideta teqînê gelek fonksiyona laşan deforme bûne.” Ok helwesta mudaxeleya bi bombeyên gazê ya piştî teqînê bibîr xist û got ku li nexweşxaneyê muameleya ji rêzê nîşanî hevalên wan birîndar dane.
'DEMA EW CÎHAZ DENG DERDIXE KOMKUJÎ TÊ BER ÇAVÊ MIN’
Yunus Akil ê ku birîndar ji komkujiyê rizgar bû jî destnîşan kir ku hevalê li kêleka xwe winda kiriye û got: “Di komkujiya 10’ê Cotmehê de gelek caran em bi mirinê rû bi rû man. Tenê ne roja komkujiyê piştî komkujiyê jî pêkanînên qetilkirinê derxistin pêşiya me. Mudaxeleya bombeyên gazê ya li hember birîndaran, nerakirina birîndaran a nexweşxaneyê û dereng şandina ambulansan jî wek polîtîkaya dewamiya komkujiyê bû. malbata min li nexweşxaneyek taybet dermankirina min pêk anî. Heke min ne birina wir min ê ranê xwe winda bikira.”
Akil anî ziman ku hejmara pêlava wî berê 41 bû lê piştî lingê wî birîndar bû hejmara piyê wî bûye 45 û wiha axivî: “Ez nikarin bibezim. Ez bi zarokê xwe re diçim parkê lê nikarim pê re bileyîzim. Di milê min de bilye hene. Dema ez di cîhazek X-Ray de derbas dibim her tim deng derdixe. Li her devera welêt cîhaza X-Ray hene û her tim deng derdixe. Dema ew cîhaz deng derdixe komkujiya 10’ê Cotmehê wek şerîdek fîlm li ber çavê min derbas dibe. Di heman kêliyê de hevalên min tên bîra min”.
'KARÊ KU DAIŞ'Ê NÎVÇO HIŞT WAN TEMAN KIR'
Nazim Karakurt serokê berê yê Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiya Yekgirtî (BTS) ye û ew jî li qadê birîndar bû, da zanîn ku heta wê rojê tev li bi sedan çalakiyên bi wî rengî bûye, cara yekem e ew qas bi coş û kelecan hatiye qadê û got ku "li dijî tiştên ku qewimî ne bê deng mayîn ne pêkan e" û ev tişt got: "Teqîna duyemîn di korteja BTS'ê de pêk hat, gelek hevalên min li ber çavê min jiyana xwe ji dest dan. Ez ji lingê xwe birîndar bûm. Hêj di lingê minê çepê de parçeyên şarapnelan hene. Em 3 kes li piyan man. Hemû BTS'î li erdê bûn."
Piştî êrîşê polîsan bi gaza îsotê "ji bo kuştinê" avîtibû û Karakurt berteka xwe ya li dijî vê hovîtiyê bi gotinên wekî "Ez çima li vî welatî hatim dinê, ez çima welatiyê virim" tîne ziman û wiha axivî: "Hûn di kumujiyeke mezin re derbas dibin, di demên asayî de dewleta ku ji jiyana we berpirsyar e, hêzên wê berde alîkariyê berovajiyê wê bi gaza îsotê êrîşê we dike û hevalên ku dermankirina wan pêkan e, bi vê êrîşê êdî ne mimkun e bê dermankirin. Li gorî rapora TTB'ê herî kêm 10 hevrêyên me ji ber gaza îsotê jiyana xwe ji dest dan. Ez wekî welatiyekî ji vê şerm dikim. Ji xwe wan bombeyan em kuştin, wan gazan em careke din kuştin. Tişta ku DAIŞ'ê nîvço hiştibû wan temam kir."
VEYSEL JI BO AŞTIYÊ HATIB
Her çendî Karakurt birîndar bûbe jî lê birîna wî ya herî mezin Veyselê piçûk e. Karakurt bi malbatî hevdu nas dikin û bi ser hev de diçin tên, dema dibîne Veysel nas dike. Karakurt da zanîn ku wî xwe avîtiye hembêza wî û der barê çîroka Veysel de jî ev tişt got: "Her kes çîroka Veysel Atilgan dizane. Bavê wî serê sibehê li garê got. Berî rojekê nifteyê vedişêre, hem ji dayik û hem jî ji bavê xwe re dibêje ku wî bibin mîtîngê. Bavê wî itiraz dike. Divê polîsê êrîş bike, gazê bavêje, ez nikarim bi te re birevim. Bavê wî radibe taştê dike û dike derkeve, dibîne ku derî niftekirî ye û nifte tune. Veysel dikene û nifteyê nade. Dibêje ku 'an ez ê jî bêm an jî nifte tune' û nade. Bavê naxwaze Veysel bîne, lê ji ber ew qas daxwazê wî naşkîne. Ew roj ez zûtirîn çûm min dît bav û kur bi hev re tên. Min jî hembêza xwe vekir û hat xwe avît stûyê min. Min got Veysel xêr e sibeh sibeh tu û bavê xwe hûn li garê ne. Got 'Apê Nazim em ji bo aştiyê hatin.' Min jî bi henekî got aştiya çi, aştî bi we maye, Veysel jî got 'Er ê aştî ji me re maye.' Divê cihê ku Veysel hiştiye em berdewam bikin."