AMED – RTUK’ê xwe li hember doza ji aliyê Ozgur Gun TV a ku bi KHK’ê hat girtin parast û got ku televizyon ji ber saziyên dewletê, giliyê ji welatiyan hatiye, agahiyên îstîhbarî yên der barê rêveberên televîzyonê û cezayên pereyan li televîzyonê hatine birîn hatiye girtin.
Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), di çarçoveya OHAL’ê bi KHK bi rêk û pêkirinek spartinê di 27’ê îlona 2016’an de weşanên Ozgur Gun TV reş kir. Ji ber weşanên televîzyonê hat girtin û dest danîn ser malên wê doz hat vekirin û şandin dadgehê. RTUK’ê jî li dijî vê parastinê hincetek derxist û bi hincetên televizyon ji ber saziyên dewletê, giliyê ji welatiyan hatiye, agahiyên îstîhbarî yên der barê rêveberên televîzyonê û cezayên pereyan li televîzyonê hatine birîn hatiye girtin.
RTUK’ê di berdewamiya parastina xwe de destnîşan dike ku Ozgur Gun TV li dijî “Ewlehiya netewî gefan dixwe û ji ber têkiliya wê bi rêxistinên terorê re heye” dawî li xebatên televîzyonê anîne. RTUK di dawiya parastina xwe de li ser giliyê ji welatiyan hatiye, agahiyên îstîhbarî yên der barê rêveberên televîzyonê û cezayên pereyan li televîzyonê hatine birîn disekine.
RTUK'ê destnîşan kir ku xwediyê televîzyona hatiye girtin, ji ber ku erka wan a tuzel ji holê rabûye mafêw an tune dozê vekin û nikarin êdî nûnertiya şîrketê bikin. RTUK'ê girêdayî vê sedemê xwest doz bê rakirin. RTUK, reşkirina weşanê û destdanîna ser malê televîzyonê jî wekî helwestek zagonî û li gorî peymanên navneteweyî pênase kir.
RTUK'ê dîsa dozên ku berê der barê tevevîzyonê de hatibûn vekirin û cezayê pereyan hatibû xwest, li gel ku hêj ev doz bi encam nebûne jî cezayê pereyan ên bê encam wekî sedema girtinê hesiband.
RTÛKÊ VEKIRINA DOZA TELEVÎZYONÊ NEHEQ DÎT
RTUK'ê parat ku girtina televîzoyên û destdanîna ser malê wê li gorî zagon û hiqûqê pêk hatiye û parast ku doza li dijî wan hatiye vekirin jî li dijî zagonê û neheq e.