Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e

  • rojane
  • 12:56 18 Tîrmeh 2023
  • |
img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku girtiyên siyasî ku li derveyî vesazkirina înfazê ya di kome qanûna AKP’ê de cih digire, li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e û wiha got: “Bi awayekî aşkere cihêkarî ye.”
 
Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê de, pêşnûmeqanûna AKP'ê ku gelek rêziknameyên weke zêdekirina mûçeyên teqawîtan, memûran, baca zêde ya wesayîtên bi motor û vesazkirina înfazê ya ji bo hikumxwariyên di destûra pandemiyê cih digirin, hat qebûlkirin. Partiyên mûxalîf li dijî naveroka xalên qanûnê û pêvajoya qanûnbûna wê nerazîbûn nîşan dan. Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Çepên Kesk û Partiya Îyî li dijî qanûnê derketin û şerh danîn.
 
Xalên di vesazkirina înfazê ya di kome qanûnê de ku bi pêşniyarnameya AKP’ê hate rojevê balê dikişînin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de wiha got: “Ev vesazkirin ne sazûmana 'efûyê ye'. Efû vesazkirineke ku bi hemû encamên xwe ceza ji holê radike ye. Di vesazkirina ku hatiye qebûlkirin de ev e ku cezayê mayî yê mehkûmên ku di destûra Kovîd-19’ê de ne û heta demeke diyar mayî ji bo dema berdanê ya bi şertê kontrola edlî were dayîn.”
 
Xalên di vesazkirina înfazê de cih digirin wiha ne: 
 
“*Hikumxwarên li ser destûra Kovîd-19’ê ku 5 sal an jî kêmtir mayî bi şertê edlî mane, wê venegerin girtîgehê û dema mayî jî bi şertê kontrola edlî derbas bikin.
 
* Hikumxwarên li girtîgehan dimînin an jî qismekî cezayê xwe li girtîgehê derbas kirine jî bi şertê ku di halekî baş de bin dikarin 3 sal zûtir biçin girtîgehên servekirî.
 
* Her wiha ev hikumxwarên li gorî demên cezayên xwe bi şertê herî kêm 3 mehan bimînin di girtîgeha servekirî de, dikarin 3 salan zûtir bi şertê kontrola edlî derkevin."
 
‘LI DIJÎ RÊGEZA WEKHEVIYÊ YE’ 
 
Kesên ji sûcên cînayet, dîzî, zayendî û tiryakê ceza girtine dê di çarçoveya “vesazkirinê” de sûdê jê bigirin, lê girtiyên siyasî sûdê jê nagirin. Ev yek jî bû sedema bertekan. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan bertek nîşanî vê cihekariyê da û anî ziman ku girtiyên siyasî yên ku derveyî vesazkirina înfazê ya di kome qanûna AKP’ê de cih digire, li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e. 
 
‘BI AWAYEKÎ AŞKERE CIHEKARÎ YE’ 
 
Bozan, diyar kir ku di guhertinên beriya niha yên di dema AKP’ê hatin kirin de nîqaşên bi heman rengî rû dan û wiha berdewam kir: “Dervehiştina girtiyên siyasî ya di vesazkirina înfazê de bi rengekî vekirî û zelal cihêkarî ye. Girtiyên ku ji çarçoveya guhertinên di qanûna înfazê de tên kirin bêpar tên hiştin, ne tenê rastî cihêkariyê tên, di heman demê de bi biryarên keyfî yên ne hiqûqî yên desteyên îdarî û çavdêriyê re pêşî li berdana wan tê girtin û taloqkirin. Ji bo ku girtiyên siyasî jî karibin ji rêkûpêkiya hiqûqî ya li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn sûd werbigirin têkoşîna me wê bidome.”
 
 

Sernavên din

20/07/2023
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye
12:45 KCD û DBP’ê salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
11:53 Parêzerên malbata Jîna Emînî dê bên dadgehkirin
11:35 Li Amedê ji 3 hezar û 252 avahiyan heta niha tenê 50 avahî hatine hilweşandin
11:31 Rojnivîska zaroka ku xwe kuşt: Ez nizanim ez ê çi bikim
10:31 Abdullah Ocalan: Divê kurd xwe ji Lozana Civakî re amade bikin
10:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Bila faîlên esas bên darizandin
09:19 Welatiyên li Êlihê: Divê meclisên gel ji nû ve bên birêxistinkirin
09:18 Girtiya siyasî Dîlan Karakoç di nava girtiyên edlî de tê ragirtin
09:17 Gundên Xîzanê di bin bombebaranê de ne
09:01 'Dewletê zarokên me kuşt in'
09:00 'Em ê bi pêkanîna edaletê bîranîna rêwiyên xeyalan bidin jiyîn'
09:00 Esnafên Cizîrê: Çareseriya krîza aborî bi çareserkirina pirsgirêka kurd re pêkane
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
18/07/2023
23:08 Ji kesên ji bo 20'ê Tîrmehê bang kirin 6 kes hatin girtin
19:15 Xwişka girtiyê nexweş Hayatî Kaytan hat binçavkirin
18:42 MSD: Şoreşa Rojava azadiyê temsîl dike
16:52 Li ber mala Ozkan bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
15:55 Rapora Girtîgehên Behrareş û Serhedê: Di her kêliyê de dibe ku mafê jiyanê were binpêkirin
15:43 Serdana Şadiye Menap ku piştî 30 salan ji hepsê derket hat kirin
15:33 Heqê rêya Wan-Colemêrgê dîsa hat zêdekirin
14:58 Li Licê şewat: Qadek berfireh xesar dît
14:52 Ferît Şenyaşar: Em ji îro pê ve li Enqereyê ne
14:45 Fadil Şenyaşar nehat berdan, Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê dibe Enqereyê
13:28 Cenazeyên 2 kesên li Cîlo winda bûbûn hatin dîtin
13:28 Li fabrîqeya MKE’yê de teqîn: 4 kes birîndar bûn
12:56 Bozan: Vesazkirina înfazê li dijî rêgeza wekheviyê ya qanûna bingehîn e
12:49 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:48 Gotina ‘fermandarê îşkencekar’ hat darizandin!
12:29 Karkerên DEDAŞ’ê ji ber teqîna trafo birîndar bûn
11:59 Bi rojane li Xîzanê bombebaran berdewam dike
11:24 Euro ji 30 lîreyî bihûrî
10:22 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 62'yemîn de ye
09:57 Dadgeha Zarokan biryara AYM’ê tune hesiband
09:56 Av bû lêçûna herî mezin a cotkaran
09:55 Hêviya gelan Rojava 11 salî ye
09:12 8 sal di ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn: Kiryarên rasteqîn nehatin darizandin
09:10 Li Îranê di bin navê 'namûsê' de cinayetên jinan zêde dibin
09:09 Di sedsaliya Lozanê de 100 hezar kurd ber bi Lozanê ve!
09:07 Kavilên dîrokî bûne navenda bikaranîna madeyên hişbirê
09:02 Di bin germahiya zêde de qeyûm ava xelkê taxê birî ye
09:01 'Heta ku tecrîd hebe dê hemû mafên mirovan di bin xeterê de bin'
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
17/07/2023
22:34 Li Amed, Çewlig û Xarpêtê civînên gel
22:25 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Lûzernê çalakî
20:57 Danişîna doza êrişa li Taksîmê hat taloqkirin
17:29 Berdana Fahriye Ceylan a 30 sal in girtî, careke din hat taloqkirin
16:34 Mehmet Emîn Ozkan: Em ê heya mirinê jî li ber xwe bidin
16:04 Malbata Dag û Er ji bo rewşa zarokên xwe li başûrê Kurdistanê ne
15:49 Mehmet Emîn Ozkan ji girtîgehê derket
15:03 Doza Nezîr Tekçî: Albayê ku ji kuştinê tê darizandin leşkerên ku şahidiyê kirine sûcdar kir
14:13 Der barê girtiyê nexweş Ozkan de piştî 27 salan biryara tehliyeyê
13:25 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkaleyê hat bidawîkirin
13:15 Doza Weqfa Hîranûrê dîsa hat taloqkirin
13:12 Li pêşiya Dadgeha Edliyeya Herêma Wanê Nobeda Edaletê
11:27 Sarica: Divê tecrîda li ser Ocalan demildest bê rakirin
11:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya: 24 kes birîndar bûn
11:07 Li 3 bajaran şewata daristanan didome
10:41 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 61'emîn de ye
10:19 Jin Lozanê nîqaş dikin: Em ê di sedsala nû de vê axê azad bikin
09:04 Xwebûnê bal kişand ser Şoreşa Rojava
09:03 Kîs xistin serê wî, 11 saetan îşkence lê kirin û gorek kolandin!
09:02 ‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
16/07/2023
23:55 Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin
21:54 Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin
20:57 4 cotkarên DEDAŞ şermezar kirin hatin girtin
20:44 Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin
20:07 Serdana Xîzana hate bombebarandin kirin: Armanç koçber kirina gundiyan e