ŞIRNEX - Polîs Yasîn Eker, di 3’yemîn danişîna doza kuştina birayên hev Muhammed û Furkan Yildirim ên polîsan bi panzêrê di malê de ew qetil kirin, îfade da. Eker, diyar kir ku Midûrê Polîsan ê Navçeyê Selçûk Erdogan ferman daye.
Di 3’yê Gulana 2017’an de li Silopiyaya Şirnexê polîsan bi panzerê ketin xaniyê malbata Yildirim û du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) di xew de pelçiqandin û kuştin. 3’yemîn danişîna doza birayên Yildirim ên derbarê ajokarê panzêrê polîs Omer Yigît û fermandarê ew erkdar kirî Murat Maden hat vekirin, hat dîtin. Danişîna sêyemîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê pêk hat. Di dozê de bi tawanbariya “Kuştina bi qisûr” ji 2 salan heta 15 salan cezakirina herdu polîsan tê xwestin.
Polîsê ajokarê maşîneya zirxî Omer Yigît ê di danişîna destpêkê de hatibû berdan beşdarî dozê nebû û amîrê ew erkdarî kirî Murat Maden beşdar bû. Bavê du birayên Yildirim Mesut Yildirim, parêzerên Baroyên Şirnex, Amed û Bursayê û Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez beşdarî danişînê bûn. Lê dadger destûr neda rojnameger bikevin salona dadgehê.
‘BERÊ JÎ PÊKANÎN WISAN BÛ’
Pîştî tespîta nasnemeyan polîsên şahid Mucahît Tiryakî û Ozden Keskîn îfade dan. Her du şahidan, diyar kirin ku Midûrê Polîsan ê Navçeyê Selçûk Erdogan bi awayekê devkî ferman neda polîsê bêsertîfîka ajokariya panzêr bike. Yek ji şahidan Keskîn bal kişand ser îmzekirina evrakên mijara gotinê ye û wiha bilêv kir: “Ji ber ku em di heman buroyê de erkdarbûn û berê jî pêkanîn wisan bû, min evrak îmze kir.”
ŞAHID EKER: MIN GOT DÊ BIBE PIRSGIRÊK
Şahid Yasîn Erker ê di dema bûyerê de li Midûryeta Polîsan a Navçeyê erkdar bû, dûre ji ber lêpîrsînek derbarê wî hat vekirin de ji kar hat havêtin jî, îdîa kir ku Midûrê Polîsan ê Navçeyê Selçûk Erdogan bi awayekê devkî ferman nedaye û wiha got: “Min ev yek ji Alîkarê Amîrê Buroya Parastinê Tuncay Taşdemîr re ragihand. Lê ji min re got li ber lojmanên polîsan Selçuk Erdogan ferman da û ferman teqeze. Min ji Tuncay Taşdemîr re got erkdarkirina polîsê bêsertîfîka dibe ku di demên pêş de pirsgirêkan bi xwe re bîne. Lê wî ji min re got, ferman tezeqe û me jî di 05’ê Nîsana 2017’an de girtek girt. Min tu carî polîsek bêsertîfîka neda xebitandin. Li gorî min ji xwe wê demê pêwîstiyek wiha jî tunebû.”
Yek ji şahidan polîs Ugurcan Yildiz jî, diyar kir ku ji ber gotina Tuncay Taşdemîr wî evrakên peywirdarkirinê îmze kirin.
Piştî îfadeyên şahidan, dozger, xwest kêmasiyên heyîn bên temam kirin. Yek ji bersûcan Murat Madem, diyar kir ku ew îfadeyên xwe yên berê dûbare dike û beraeta xwe dixwaze.
Dûrê mafê parastinê ji bo bavê du birayên Yildirim Mesut Yildirim hat dayîn û bavê du birayan got ku giliyê polîsan dike.
PARÊZER DILSIZ: MIDÛRÊ POLÎSAN JI SÛC DIREVE
Piştre parêzerê du birayên Yildirim Rojhat Dilsiz parastin kir û wiha got: “Midûrê polîsan ji sûc direve. Delîl ji holê hatin rakirin. Em dixwazin bersûc bên girtin û bi girtî bên darizandin.”
BIRYARA JI NÛ DE KEŞÎF KIRINÊ
Şandeya dadgehê piştî parastinan, biryara li cihê bûyerê ji nû de bê keşîfkirin û Tuncay Taşdmîr û Ferhat Taş ên şahidan behsa wan kirin jî beşdarî danişîna çaremîn bibin, da.
Danişîn taloqî 12’ê Tîrmeha 2018’an hat kirin.