NAVENDA NÛÇEYAN - Greva kasibkar û esnafên bajarên Rojhilatê Kurdistanê di roja 5'emîn de berdewam dike. Komara Îslamî ya Îranê hewl dide bazarên bajar bixe bin dorpêça leşkerî.
Nerazîbunên welatiyên Rojhilatê Kurdistanên yên li hember kiryarên Komara Îslamî ya Îranê berdewam dikin. Welatiyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li hember girtina sînor û giraniya kelûpelan di nava çalakiyan de ne. Li hember van kiryaran esnaf û kasibkarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê Ciwanro, Bane, Merîwan, Seqîz, Serdeşt û Pîranşar di roja 5'emîn de di nava çalakiyan de ne. Duh nûnerê rêberî yê Komara Îslamiya Îranê li encûmena asayîşa netewî, Seîd Celîlî çûbû Banê û li mizgefta mezin a bajêr ji bo çalakvanan axivîbû da ku dawî li çalakiya xwe bînin. Piştî axaftinên Seîd Celîlî, kasibkar û esnafên Bane çûn ber derê qeymeqamtiya bajêr û dirûşme avêtin. Çalakvanan gotin ku ew êdî bawerî bi sozên hikûmetê naynin.
Danê sibê jî greva esnaf û kasibkaran berdewam kir. Li bajarê Ciwanro çalakî li ber derê qeymeqamtiyê destpê kir. Li bajarên weke Bane û Merîwan jî Komara Îslamî ya Îranê dixwaze bazarêb bajar bi leşkeran dorpêç bike. Hikûmet hewl dide hêza leşkerî li bazaran zêde bike. Hêjayê gotinê ye ku grev beriya pênç rojan di pêşengiya esnaf û kasibkarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê de destpê kiribû. Destpêkê grev li bajarên Bane û Ciwanro destpêkir, paşê jî li bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê yên sînor belav bû. Çalakvan her roj li ber derê qeymeqamtiyên bajaran kom dibin û sifreyên xwarinê yên vale dirêj dikin. Li rexmê hemû zext û zoriya Komara Îslamî ya Îranê jî çalakvan dev ji çalakiyên xwe bernadin û mafên xwe dixwazin. Tê payîn di rojên pêş de çalakî berbi qonaxek nû ve jî biçe. Greva çalakvanan nerazîbûneke li hember girtina sînorên kasibkar û bilindbûna nirxê gomrikê ye.