AMED - Şaxên Egîtîm Sen'ê yên Amedê der barê girtina Mamoste Ayşe Çelîk ku tevî zaroka xwe sibê bê girtin daxuyanî da û xwest dadgeh biryara xwe ya girtina Mamoste Ayşe Çelîk betal bike.
Mamoste Aşte Çelîk di 2016'an serdema qedeya Sûra Amedê de beşdarî bernameya Beyaz Show a Kanal D'ê bû û got: “Bila zarok neyên kuştin". Ji ber vê gotina Mamoste Ayşe der barê wê de bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" doz hat vekirin û Salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ger ku Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) biryara dadgehê red neke, Mamoste Ayşe Çelîk dê sibê bê girtin û wê bişînin girtîgehê. Beriya ku Mamoste Ayşe bê girtin, mamosteyên endamên 1-2'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê yên Amedê li Şaxa hêjmar 1 civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê mamosteyan Hevseroka 2'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê Fatma Budak, daxuyanî da û diyar kir ku mamoste Ayşe sekna mirovahiyê nîşan daye û xwest biryara der barê wê de betal bikin.
Budak, anî ziman ku di pêvajoya şer de bi dehan mirov hatin kuştin û wiha got: "Mamoste Ayşe qêrîna pitika Miray, kalê 75 salî, dayika Taybet a 7 rojan cenazeyê wê li erdê ma gihand civakê. "
Budak, da zanîn ku armanca perwerdehiye parastina mafê jiyanê ye û wiha got: "Lê îktîdara siyasî di şexsê Mamoste Ayşe de nîşan daye ku azadiya ramanê ya civakê tune û ji bilî îktîdarê kes nikarin denge xwe derxin. Yên dengê xwe derxin jî dê bi girtîgehê bên cezakirin. Tişta ku Mamoste Ayşe kiriye azadiya ramanê ya ku ji aliyê Hiqûqa Navneteweyî ve hatiye parastin e.
Budak, ji heyeta dadgehê û rayedaran xwest dest ji vê trajediyê berdin û wiha got: "Ger ku Mamoste Ayşe tevî pitika xwe ya 6 mehî bê girtin ne hikûmetê mezin dike û ne jî dikare rûmeta mamoste Ayşe bişkîne. Dîrok dê her dem bi serbilindî behsa mamoste Ayşe bike.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.