BEDLÎS – Kevirên gorên endamên HPG’ê yên li Goristana Karşiyaka ya Tetwanê ji cihê wan hatin derxistin.
Hat zanîn ku gorên endamên HPG’ê yên li Goristana Karşiyaka ya navçeya Tetwana Bedlîsê hatin rûxandin. Kevirên gorên ji cihê wan hatin derxistin û hin kevir jî hatin şikandin. Nehat zanîn ku gor kengê hatine rûxandin û dema malbat çûn ser gorên zarokên xwe rewşê ferq kirin.
Beriya niha jî li gelek goristanên çolter, navçe û bajaran gorên endamên PKK’ê û YPG’ê hatibûn rûxandin û hilweşandin.