Pirsûs di bin toz û dumana qeyûm de maye

  • rojane
  • 09:02 13 Tîrmeh 2023
  • |
img

RIHA - Navçeya Pirsûsê ku bi qeyûm tê rêveberên ji ber xebatên av û ceyranê ku nêzî 2 sal in neqediyaye di nav toz û dumanê de maye. Xelkê Pirsûsê jî ber toz û dumana li navçeyê bezar bûne. Her wiha piştî qeyûm navên kurdî hemû hatine rakirin û navên tirkî lê hatine kirin. 

 
Piştî Hilbijartinên Şeredariyê yên 31'ê Adara 2019'an li bakurê Kurdistanê şeredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin bi fermana Serokkomar û biryara Wezirê Karên Navxweyî bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Li gelek bajar, navçe û bajarokên bakurê Kurdistanê ku bi qeyûm tên birêveberên gelek nelirêtî, bertîl, gendelî, rant û sepanên li dijî hiqûqê tên meşandin. Yek ji wan şeredariyan jî Şeredariya Pirsûsê ya navçeya Rihayê ye. Şaredarî ji 15’ê mijdara 2019’an ve ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. 
 
Piştî tayînkirina qeyûm navên tax, kolan, park û gundan ku bi kurdî bûn hatin guherandin û kirin tirkî. Her wiha xebatên weke av û ceyranê ku li navçeya hatin destpêkirin jî sal û nîve bi dawî nebûne. Pirsûs ku bi hinceta xebatên av û ceyranê hemû kolan û taxên wê hatine kolandin ji ber ku av li navçeyê nayê reşandin hemû navçe di nava toz û dumanê de maye. Xelkê Pirsûsê diyar dikin ku ew ji ber toz û dumanê bêzar bûne. 
 
Encûmenê şaredariyê ku ji wezîfeyê hatiye girtin û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Navçeya Pirsûsê Nîhat Demîrbîlek bi lêv kir ku li gel Hevşeredar Pirsûsê Hatîce Çevîk ji doza xwe beraat kiriye jî venegeriyaye ser wezîfeya xwe û got ku qeyûm Pirsûs ji rantê re vekirî ye. 
 
'NAVÇE DI NAV TOZ Û DUMANÊ DE MAYE'
 
Demîrbîlek bi lêv kir ku sepana qeyûm rejîma talanê ye û wiha got: "Piştî ku qeyûm hat tayîn kirin Pirsûs tevahî hat xerakirin. Tax û rêyên wê tevahî hatin kolandin û navçe di nav toz û dumanê de hatiye hiştin. Bi hinceta av û ceyranê tevahî bajar hatiye kolandin lê li pişt xwe çênakin. Yanî di nav kolanan de kort hene, moloz hene wan ranakin dibêjin ‘em dê heftek şûnve werin’ wisa dihelin û diçin. Sal û nîve ku ev xebat bi dawî nebûne. Gel êdî nikare di nava kolanan de bimeşe. Xebatên wan ên av û ceyranê jî qasî ku me bihîstiyê wê hê berdewam bike. Ji ber ku avê li cade û kolanan nareşînin navçe jî di nav toz û dumanê de dimîne. Ji ber vê rewşê jî gilî û gazincên gel hene. Lê ji ber zextên qeyûm kes nikare rexne û nerazîbûna xwe nîşan bide."
 
'RÊYA GUNDÊN KU DENG DANE AKP’Ê ÇÊDIKIN’ 
 
Demîrbîlek destnîşan kir ku di hilbijartinên Serokkomariyê de gundên ku deng nedane AKP'ê rêya wan û pirsgirêkên wan nayên çareserkirin û got: "Bi xwe jî bi aşkera vê yekê dibêjin. Weke mînak rêya ziyareta Guletê çênekirin. Lê ji aliyê gundên malbata Yildiz û yên deng ji AKP'ê re dane, rêya wan beton dikin. Qeyûm bi navê guhertin û veguhertinê tevahiya xwezaya navçeya Pirsûsê guhert. Navên park, gund û taxên bi kurdî hatin guhertin û kirin tirkî. Îhaleyên şeredariyê jî gelemperî dide malbatên nêzî xwe û alîgirên AKP’ê. Weke mînak Huseyîn Yildiz ku ji berê ve di karê FEN'ê de dixebitî îro bûye alîkirê şeredariyê. Her wiha ji roja qeyûm hatiye tayînkirin vir ve eraziyên şeredariyê bi awayekî bêperê didin emniyet û cihên din.” 
 
Demîrbîlek anî ziman ku desteserkirina şeredariyan li dijî hiqûqê ye û got: "Gel jî li dijî vê bêhiquqiyê nerazîbûna xwe nîşan dide. Yanî di dema şeredariya me de me 2 hefte carekê civîn li dar dixistin, gel dihat û xwestek, rexne û pêşniyarên xwe digotin. Lê di pergala qeyûm de ev yek tune ye, tenê yek kes biryarê dide. Sepana qeyûm bi tena serê xwe darbe ye, darbeya ku bi destê dewletê pêk tê ye."
 
NEHEQIYA LI DIJÎ HEVŞAREDAR 
 
Demîrbîlek bal kişand ser beraetkirina doza Hevşeredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û da zanîn ku li gel Çevîk hatiye beraetkirin jî bêhiqûqiya li dijî wê didome û venegeriyaye ser wezîfeya xwe. Demîrbîlek diyar kir ku heta ku qeyûm hebin wê kes nikaribe qala demokrasiyê bike û got: “Şaredarî mala gel e. Kirinên qeyûm li dijî vîna gel e.”
 
'TOZ Û DUMANA QEYÛM ME BÊZAR KIRIYE’ 
 
Mehmed Duruk ê 20 sal in li navçeyê berbertiyê dike jî diyar kir ku ji ber toz û dumana bajêr ew êdî nikarin ji derva bêhnê bigrin û wiha bertek nîşan da: "Dibêjin ji bo başbûnê em xebatan dikin lê her tiştî xera dikin. Tu tiştekî baş çênakin. Ji ber toz û dumana Pirsûsê em nikarin li derve rûnên û deriyên dikanên xwe vekin. Dikana min her tim tije toz dibe, ji ber tozê em bêzar bûne. Beriya qeyûm, Pirsûs baş bû lê qeyûm vir xera kir. Berê ev toz û duman tune bû lê piştî qeyûm ev salik e ku Pirsûs di nav toz û dumanê de ye. Dibêjin em Pirsûsê xweş dikin lê tu xweşbûna wê me nedîtiye. Hemû şaredariyên kurdan hatine desteserkirin, hiqûq li vî welatî nayê birêvebirin.” 
 
MA / Mahmut Altintaş 
 

Sernavên din

13/07/2023
13:35 ‘TMO randevûyê nade cotkaran’
13:16 Tabelaya Parka Hafiz Akdemîr bi mehane nayê nûkirin
12:53 Jinek li Îzmîrê hat qetlkirin
12:52 Dag û Er 57 roj in li dijî binpêkirinan di greva birçîbûnê de ne
12:44 Pêşniyarqanûna ji bo Komkujiya Zîlanê: Bila bibe ‘Roja Bîranîn û Şînê’
12:38 Çepên Kesk û HDP: Sûcên li dijî zarokan zêde dibin, tedbîr bigirin
12:31 Di doza Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Budak de dê mutalaa bê dayîn
11:41 Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin
11:34 Qala remza têkoşînê Alî Çîçek kir: Em bi têkoşîna wan bêhnê distînin
11:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:40 Ji bo girtiyê nexweş Ozturk kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
10:38 Tenê 2 sal ceza li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştibû hat birîn
10:38 Li Mêrdîn û Şirnexê zem li avê hate kirin
10:04 Li Dîlokê bekçiyan kesek kuşt
10:03 Sarisozen: Di Lûtkeya NATO’yê de ji bo êrişan peyamên erênî hatin dayîn
10:03 Şahidên Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Ji bo şoreşgeran bû mînak, peyam berxwedan bû
09:23 Zeyneb Murad: Divê em di sedsaliya Lozanê de tecrîdê bidin rakirin û yekitiya neteweyî ya kurd ava bikin
09:06 Li Girtîgeha Şakranê ferzkirina 'şerîatê'
09:05 Biraziyê Bişar Yazici: ATK girtiyan ber bi mirinê ve dişîne
09:04 Qeyûm beriya hilbijartinê mal û milkên şaredariyê difiroşe
09:02 Pirsûs di bin toz û dumana qeyûm de maye
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
12/07/2023
22:36 Rojnamevan ji girtîgehê derketin
22:14 Girtî Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
21:10 Li Zurîhê tecrîda li Îmraliyê hat protestokirin
19:46 NY: Asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê metirsîdar e
18:00 Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtîî ye, hat şewitandin
16:58 Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn
16:57 Parêzerên rojnamegeran: Bi dosyayê hatiye lîstin
16:29 Li Qoserê kuştina jinan hat protestokirin
16:12 Partiya Çepên Kesk: Divê ji bo Komkujiya Zîlanê komîsyona heqîqetê bê avakirin
15:48 DEDAŞ’ê ceyrana OSB’ê û hilberîn sekinî
15:13 Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist
14:44 Dozger xwest rojnameger girtî bên darizandin
14:41 Oluç: Endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd e
14:38 Polîsê ku parêzvaniya qeymeqam dike li rojnameger da
14:14 Danişîna rojnamegeran: Em 13 meh in bi awayekî derhiqûqî girtî ne
13:56 Leşkeran li Licê tundî li şivanan kir: Destên me ji paş ve kelemçe kirin û bi pehînan li me dan
13:39 Nivîskar Mîlan Kundera jiyana xwe ji dest da
13:11 Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin
12:42 Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê
12:16 Rojnameger Orûç: Em ê dev ji heqîqetê bernedin
11:52 Pekoz: Enqereyê ferq kir ku pirsgirêk bi tesfiyekirina HSD’ê çareser nabe
11:51 Dê parlamenteriya Bayindir ji Meclisê bê pirsîn
11:27 Ji Malbata Şenyaşar bo wezîr Tunç: Berpirsiyara xwe bi cih bîne
10:37 Dag û Er 56 roj in li dijî binpêkirinan li ber xwe didin
10:02 Ji HDP û Çepên Kesk civînên tematîk: Em navenda Rêya Sêyemîn in
09:57 Dayika girtiya nexweş Ataş: Keseka derîçeyê dilê wê dirize çawa nayê berdan?
09:26 Bi ser Geliyê Zîlan re 93 sal derbas bûn: Feraseta komkujer didome
09:26 Danîşîna doza rojnamegerên girtî dest pê kir
09:22 Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye
09:13 Li Wanê bi rojan e av tê birîn: Zilma qeyûm
09:03 Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin
09:01 Endamê NRLS Direhî: Heke yekitiya kurdan pêk neyê Lozan wê dubarê bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
11/07/2023
23:54 Fîdan a ku berdana wê hatibû taloqkirin ji girtîgehê derket
21:59 Êrişî gundekî Efrînê hat kirin
18:16 Rojnamevan Şahîn: Ji bo nûçeyên der barê kurdan de pêdivî bi talîmatê tune ye!
16:55 Rojnameger Ertaş: Zimanê gelê kurd tê darizandin
16:41 Rojnameger Bûlût: Nasnameya me ya kurdî tê darizandin
16:26 Îdianameya Merdan Yanardag hate redkirin
16:21 Malbata Şenyaşar: Yên ku komkujî kirine li derva ne lê rojnameger di girtîgehê de ne
15:37 Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin
15:20 Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin
15:01 Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin
14:28 Ji bo Yazici li Qelqeliyê mewlîd hate dayîn: Em xwedî li girtiyan derkevin
14:13 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
14:12 Karkeran li gelek bajaran dev ji kar berdan
13:53 Uçar: Kedkarên çapemeniyê ji ber rastiyan nivîsandine 13 meh in girtî ne
13:46 Hevserokê DFG’ê Altan: Em ne sûcdar in lê dozdar in
13:21 HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir
12:46 Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir
12:23 Rêxistinên ked û pîşeyî çûn serdana Partiya Çepên Kesk
12:18 Li ber Edliyeya Amedê daxuyanî: Rojnamegerên girtî berdin
11:56 Doza rojnamegeran: Hevjîna dozgerê îdianame amade kirî endama şandeyê ye
11:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li serdozgeriyê dan
10:29 Çalakiya Dag û Er di roja 55’an de didome
10:17 ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’
10:11 Danişîna rojnamevanan dest pê kir
09:58 Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan
09:57 Ji dadgehê bo DEDAŞ’ê agahiyeke nexweş
09:52 Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere
09:52 Berwarî: Şer encamê nayîne çareserî li gel birêz Ocalan pêkan e
09:22 Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe
09:16 2 bira ketine xefika tiryakê: Li Pirsûsê tiryak weke nan û penêr tê firotin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:57 Danişîna doza rojnamevanên girtî dest pê dike
10/07/2023
20:33 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
18:27 Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan
18:00 Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn
17:41 Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin
17:17 Li Girtîgeha Antalyayê girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:36 'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin'
16:31 ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin