KOCAELÎ- KODA ku ji aliyê akademîsyenên hatin îxrackirin ve bi awayekî kolektif hat avakirin, bernameya xwe ya dersan a salekê kir pirtûk. Akademîsyen Prof. Dr. Nilay Etiler ku bi KHK’ê ji Zanîngeha Kocaeliyê hat îxrackirin, got ku ji bo ew neheqiyên ku bi wan re rû bi rû mane bi awayekî nivîskî bikin belge wan ev pirtûk derxistiye.
Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê (KODA) ku ji aliyê akademîsyenên ku bi KHK’ê hatin îxrackirin bi awayekî kolektif û bi dirûşmeya “Em ê terka xwendekar û bajarê xwe nekin” hat avakirin, bernameya xwe ya dersê ya salekê kir pirtûk. Akademîsyenan ceribînên xwe yên salekê, mijarên xwe yên dersan ku vegotibûn di pirtûka “KODA sala dirêj a ewil” de bi cih kirin. Akademîsyenan diyar kir ku wan bi ruhekî kolektîf ev pirtûk derxistiye.
Prof. Dr. Nilay Etiler, behsa serpêhatiya pirtûka ku derxistine kir. Etiler wiha got: “Ev pirtûk bera me ya kolektif e.” Etiler, da zanîn ku ji roja ku KODA dest bi dayîna dersan kiriye heta niha hemû nîşeyên dersan berhev kiriye û wiha got: “KODA bi giştî 32 ders dane û mijarên van dersan berhev kirin û kir pirtûk.” Etiler, diyar kir ku her akademisyen di branşa xwe de ders dane û di encama van dersdayînan û mijaran de pirtûkeke pirrengî derketiye holê. Etiler got ku ew ji ber vê rewşê zaf kêfxweş in.
Etiler, diyar kir ku beriya 1’ê Îlonê û piştî 1’ê Îlonê ew bi pêvajoyekê re rû bi rû mane û wiha got: “Me hemû tiştên ku hatin serê me nivîsandin. Me jî ji hêla xwe ve dîroka ku em şahidiya wê dikin û tiştên tên serê me kirin belge.” Etiler, diyar kir ku ev pirtûk bi awayekû kolektif derketiye holê û wiha got: “Gelek kêmasiyên pirtûkê hene. Me hemû tiştên ku hatine serê me tam venegotin. Lê bi her awayê xwe belgeyeke nivîskî ye û ji ber vê girîng e.” Herî dawî Etiler, bang li hemû akademsîyenên ku di bin banê KODA’yê de cih digirin û yên nagirin kir da ku li ber xwe bidin û bi awayekî hêzdartir doza aştiyê bikin.
MA / Elif Çetiner