ÎZMÎR – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de heyeta HDP’ê ji bo kampanyaya hilbijartina zordest bide destpêkirin çûn Îzmîrê. Buldan û heyeta pê re bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Heyeta ji Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Huda Kaya, Muslum Dogan, Ertugrul Kurkçu, endamên MYK, PM û Meclîsa Jinan pêk tê çûn Îzmîrê. Heyet li Balafirgeha Adnan Menderes ji aliyê rêveberên HDP’ê ve hat pêşwazîkirin. Heyet pişt re çû avahiya Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê. Buldan û heyeta pê rê bi kulîlkan, çepik û slogana “Jin jiyan azadî” hatin pêşwazî kirin.
Heyetê demek li avahiya HDP’ê sohbet û şêwra xwe kirin û pişt re ji bo bernameya xwe amade bikin derbasî civînê bûn.
Buldan û heyeta pê re dê li Navenda Kongreyê ya Tepekule bi nûnerên saziyên civaka sivîl ve re bên gel hev. Heyet dê beşdarî daxuyaniya rêxistinên ekolojiyê ya li Bostanliya Karşiyakayê bidin bibe. Buldan û heyeta pê re dê pişt re derbasî Kulturparkê bibin û li Gazînoya Gol civîna gel li dar bixin.