HELEB – Ji rêveberên Partiya Siberoja Sûriyeyê ya li Helebê Xalîdê Ebdo got: “Riyên leşkerî ji bo qeyrana li Sûriyeyê nebû çareserî û nabe jî. Çareserî di destê gelên me de ye.”
Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê 7 sal in di nav nakokiyên leşkerî û siyasî de didome. Partiya Siberoja Sûriyeyê di 27’ê adarê de li Reqayê sazbûna xwe îlan kir û ev partî ji bo dawî li şerê Sûriyeyê bîne û çareserî û diyaloga siyasî li pêş bixe dest bi xebatan kir. Partî bi beşdariya 700 delegeyên ji Dêra Zor, Reqa, Tabqa, Minbic, Heleb, Idlib, Hama, Humus û Şehba hat damezrandin. Bi şîara “Ne Sûriyeyek navendî, Sûriyeyek demokratîk û paralîparêz” di arenaya siyasiyetê de cih digire. Ji rêveberê partiyê ya Helebê Xalîde Ebdo diyar kir ku ji bo ew ji bo gelên Sûriyeyê jiyanek nû ava bikin partiya xwe damezrandin e.
DAXWAZA JIYANA BI HEV RE
Ebdo bi bîr xist ku Sûriye xwedî çandek qedîm e û got: “Sûriye ji ber girîngiya xwe ya siyasî û dîrokî gelek caran rastî derstwerdanan hatiye. Xwedî jiyanek mozaîk e. Ji ber şerê çend sal didome bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan mirov ji warê xwe bûn. Li gel ewqas şerekê giran jî gelên Sûriyeyê li hev xwedî derdikevin.”
'EM Ê PERGALA DEMOKRATÎK BIHÛNÎNIN’
Ebdo da zanîn ku li gel qeyrana li Sûriyeyê gelên Sûriyeyê piştevaniya hev dikin û wiha dewam kir: “Çunkî dixwazin bijîn. Vê yekê bi piştevaniyê pêk tînin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi rêxistinek wiha hebû. Hemû gelan di bin sîwanekê de kom kir. Lazimtî bi rêxistinek dê ronahî bida siberoja Sûriyeyê hebû. Ev partî dê di navbera gelên Sûriyeyê de pergala demokratîk bihûnîn e. Di dema şer de riyên leşkerî ji qeyranê re nebûn çareserî û wê nebin jî. Çareserî di destê gelên me de ye. Ji bo wê ev partî ji bo çareseriya Sûriyeyê hat avakirin.”
JI REQAYÊ BER BI HEMÛ SÛRIYEYÊ VE
Ebdo anî ziman ku beriya damezrandina partiya xwe gelek civînan pêk anîne û ji Reqayê ji bo hemû Sûriyeyê deriyek nû vekirine. Ebdo got ku armanca wan ew ê xwe bigîhînin girseyên mezin û xebatên xwe li her deverê dane destpêkirin. Ebdo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa penaberan û got ku ji bo penaber vegerin ser axa xwe projeyên wan hene.
MA / Nazim Daştan