Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan

  • rojane
  • 17:00 9 Tîrmeh 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Çalakvanan banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Bi hezaran kes li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî daketin qadan. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok gotibû ku ji Abdullah Ocalan re nameyên bênav hatine şandin û di nameyê de gef li Abdullah Ocalan hatine xwarin. Piştî vê agahiyê, bertekên raya giştî jî zêde bûn. 
 
QAMIŞLO
 
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî ya rojhilatê bajêr heta Çexerêya Şehîd Rûbar Qamişlo meşiyan. Şêniyan bênavber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û posterên Abdullah ocalan vekirin. Girse heta Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo meşiya. Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Cizîrê Mistefa Ehmed axivî. Ehmed berxwedana Abdullah Ocalan silav kir û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kir. 
 
Ehmed anî ziman ku nameyên gefxwarinê yên ji bo Abdullah Ocalan tên şandin, berdewama komployên li dijî gelên berxwedêr e û wiha pê de çû: “Rêbertî nûnertiya mirovahî û demokrasiyê dike, di kesayeta wî de dixwazin îradeya gelan bişkînin. Têkoşîna tevgerên şoreşger a li hemberî siyasetên dewleta tirk a dagirker wê berdewam bike. Proje û felsefeya Rêbertî rêya yekane ya azadiya gelan e. Îro em dibînin ku tevahî pêkhate; kurd, ereb, çerkez, suryan û tirkmen li qadên têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna projeya neteweya demokratîk diqîrin. Her wiha CPT durûtiyê dike. Em dixwazin ku bi erka xwe rabe.” 
 
HESEKÊ
 
Li Hesekê jî bi heman boneyê bi hezaran kes meşiyan. Meş ji Çerxerêya Îtfayê ya li Taxa Til Hecer dest pê kir û li Çerxerêya Dêra Asûran bi dawî bû. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. 
 
Di çalakiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo axivî. Tozo got ku armanca dewletên komploger, têkbirina tevgerên azadî û demokrasiyê ye. Tozo, wiha domand: “Dewlet a tirk di ramanê Rêber Abdullah Ocalan de tunebûna xwe siyasî dibîne û ramanê wî wekî xetereyekê li ser qedera xwe dibîne.”
 
Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul jî got ku Tirkiye bi tecrîdê hewl dide dengê azadî û demokrasiyê qut bike û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk gefa jehrîkirina Rêber Abdullah Ocalan dixwe. Heke jiyana Rêbertiya me bikeve xetereyê, em jiyana cîhanê bikin dojeh, em ê li derdora Rêbertiya xwe bibin xeleke agir û serî hildin.”
 
DÊRIK
 
Li bajarê Dêrikê jî bi heman armancê bi sedan kes herikîn qadan. Girse ji Qada Azadî heta sûka navendî meşiyan. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e” hatin berzkirin. Di çalakiyê de endamê PYD'ê Hisên Elî axivî û wiha got: “Bila dijimên gelan baş bizanibin ku felsefeya Rêbertî rêgeza me ya bingehîn e. Em ê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin."
 
Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif jî bêdengina qada navneteweyî şermezar kir û got ku heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
TIL BIRAK
 
Meclisa Til Birakê ya Kantona Qamişloyê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Endama Meclisa Til Birakê Yemame Mehmûd axivî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li dijî Abdullan Ocalan şermezar kir. 
 
TIL TEMIR
 
Di çalakiya  li Til Temirê de jî bertek nîşanî tecrîdê û gefên li dijî Abdullah Ocalan hatin dayîn. Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li Taxa Şehîd Sîdar veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd û endama rêveber a Kongra Star Ayhan Yûnis axivîn û name şermezar kirin.
 
DIRBÊSIYÊ
 
Li Dirbêsiyê jî bi sedan kesan meş li dar xistin. Hevserokê PYD'a Til Temirê Mihemed Xelef di çalakiyê de axivî û got ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan li ber xwe dide û dewleta tirk bi rêbazên cuda hewl dide di kesayeta Ocalan de gelan tune bike. Xelef, ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a dagirker nameyên gefxwarinê ji Rêber Apo re dişîne. Em ê destê her kesî dirêjî tenduristiya rêbertî dike, qut bikin û berdêl çiqas giran be em dev ji Rêbertiya xwe bernadin."
 
Endama Kongra Star a navçeyê Hojîn Hêrez jî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û şandina nameyên gefxwarinê şermezar kir. 
 
GIRKÊ LEGÊ
 
Li navçeya Girkê Legê jî meclisa navçeyê daxuyaniyek da. Hevseroka Rêveberiya Dibistanên Girkê Legê Lema Hisên bi zimanê kurdî û endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Girkê Legê Ebdurezaq Şehade El Salim bi zimanê erebî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku israra dewleta tirk a dewamkirina tecrîdê û şandina nameyên gefxwarinê ji Rêber Abdullah Ocalan re nîşaneya dewamkirina siyaseta qirkirina kurdan e. 
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin ku li dora Abdullah Ocalan bicivin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê geş bikin.
 
ŞEDADÊ
 
Şêniyên herêma başûrê Kantona Hesekê (Hol, Deşîşa, Mergede, Şedadê) jî bi heman armancê meşek li navçeya Şedadê kom bûn û ji pêşiya meclisa navçeyê dest bi meşê kir. Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl tev li meşê bûn. Meş li kolana giştî ya navçeyê veguherî mitîngê. Li wir bi navê Kongra Star Emîr Seed axivî û diyar kir ku hêzên kapîtalîst hewl didin îradeya gelên azad teslîm bigirin.
 
Endamê PYD’ê Fadil El Ehmed jî anî ziman ku dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.
 
TIL HEMÎS
 
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Til Hemîsê jî bi amadebûna bi dehan endamên sazî û meclisên sivîl daxuyaniyek da. Hevserokê PYD`ê yê navçeyê Xalib Sedûn daxuyanî li pêşiya Navenda Çandê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dayîna nameyên gefxwarinê ji Rêber Abdullah Ocalan re hemwextî sedsaliya Peymana Lozanê nîşan dide ku jiyana Rêbertî di xeteriyê de ye.
 
Hat destnîşankirin ku zextên li dijî Rêbertî, di heman demê de li djiî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ku li felsefeya Rêbertî xwedî derketiye ne. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hember pergala tecrîd û êşkenceyê xwedî helwest bin. 
 

Sernavên din

10/07/2023
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin
09:49 Bac hatin zêdekirin: Xerca telefona destan bû 20 hezar TL
09:45 Rêxistinên rojnamevanan: Em xwedî li doza rojnamevanên kurd derkevin
09:26 Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e
09:04 Esnafên bi dolar dan û standinê dikin: Ji sedî 300 zêdebûn heye