STENBOL – Serokê Milê Hekîmên Malbatan ê TTB’ê Fethî Bozçali diyar kir ku li dijî redkirina derzîkirinê kampanya dest pê kirin e û got: “Heke ku redkirina derzîkirinê bidome, em ê di demek nêzîk de bi nexweşîna sorikan re hevrû bimînin. Ev jî dê bibe sedema ji 10 zarokan 2 bimirin.”
Her ku diçe derzîkirina civakê kêm dibe. Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), li dijî redkirina derzîkirinê kampanya dest pê kiribû. Starta kampanyayê di 15’ê Nîsanê de dabû û dê di 24’ê Nîsanê de bi dawî bibe. Li gorî daneyên TTB’ê di 2011’an de hejmara ne derzîkirinê 183 bû. Ev hejmar di 2016’an de derket 12 hezarî. Di 2017’an de jî gihîşt 23 hezaran. Serokê Milê Hekîmên Malbatan ê TTB’ê Fethî Bozçali der barê vê kampanyayê de axivî û li ser talûkeya redkirina derzîkirinê sekinî.
'WEZARET XEMSAR TEVDIGERE’
Bozaçalî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu girîngiyê nadin xizmeta tenduristiyê û got: “Ev rewş tercîhek polîtîk e. Li welatê me bêtir endustriya derman, teşhîsa tibî û endustriya dermankirinê heye. Halbukî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo tenduristiya mirovan balê dikişîne ser du xalên girîng. Yek ji van jêderkên ava paqij e û ya din jî derzîkirin e. Berê gelek nexweşînên mirinî bi derzîkirinê hatin astengkirin. Li gel vê yekê jî redkirina derzîkirinê her roja ku diçe zêde dibe. Wezareta Tenduristiyê li hember kampanyayên ji bo derzîkirinê li pêş bikevin xemsar dimîne. Wezaret helwestek biryardar nîşan nade. Heke ku ewqas xemsarî tevnegeriyan dê redkirina derzîkirinê her roja diçe zêde nebûya.”
'REDKIRINA DERZÎKIRINÊ GIHÎŞTIYE 23 HEZARAN’
Bozçali da zanîn ku di 2 salan de redkirina derzîkirinê gihîştiye 23 hezaran û heta niha Wezareta Tenduristiyê di vî warî de tu gav neavêtiye. Bozçali anî ziman ku ji ber sedemê redkirina derzîkirinê nexweşên şewbê dest pê bikin û wiha got: “Heke ku redkirina derzîkirinê bidome, em ê di demek nêzîk de bi nexweşîna sorikan re hevrû bimînin. Ev jî dê bibe sedema ji 10 zarokan dê 2 bimirin.”
MA / Ruken Tuncel