AMED – Rewşa Awarte (OHAL) bû cara 7'an e ku tê dirêjkirin. Serokê ŞAxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî bertek nîşanî vê yekê da û bi lêv kir ku îktîdara siyasî ji bo berjewendiyên xwe, xwe davêje Rewşa Awarte.
Rewşa Awarte (OHAL) cara 7'an hat dirêjkirin. Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bîlîcî bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku bi Rewşa Awarte re binpêkirinên mafan ji sedî sed zêde bûne. Bîlîcî, anî ziman ku îktîdara siyasî ji bo berjewendiyên xwe dema Rewşa Awarte dirêj kiriye.
‘ÎKTÎDAR BI AWAYEKÎ KÊFÎ TEV DIGERE'
Bîlîcî, bi bîr xist ku nemaze jî li herêmê ji ber pirsgirêka kurd bi awayekî cidî binpêkirina mafan rû dide. Bîlîcî, diyar kir ku bi Rewşa Awarte re êdî mirov di warê xweîfadekirinê de û xwegihandina mafan de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Bîlîcî bi lêv kir ku Rewşa Awarte hemû maf û azadî hilawistine û got: "Bi Rewşa Awarte re mafên mirovan hemû ji dest wan hatin stendin. Îktîdara siyasî bi awayekî kêfî tev digere. Ewlehiya can û malê kesî tune ye. Niha civak xwe di ewlehiyê de hîs nake. Mirov bi şik û guman dibe ku serê sibehê karê wan ji dest wan biçe radikevin. Kesên muxalif bi hincetên ji rêzê tên binçavkirin û girtin."
‘ZIRARÊ DIDIN CIVAKÊ'
Bîlîcî, destnîşan kir ku Rewşa Awarte hemû derdorên civakê nerihet dike û got: "Niha welatiyê ne muxalif jî xwe rihet hîs nake. Fikarên wan jî hene. Mînak, li lêpirsînên ewlehiyê binerin. Ji ber ku hiqûqê esas nagire bandorê li herkesî dike. Kesên nêzî îktîdara siyasî jî endîşedar in. Bi Rewşa Awarte re bi hezaran mirov ji karê xwe bûn. Bi dehan TV û rojname hatin girtin. Saziyên Civaka Sivîl bi çewisandinên cidî re rû bi rû ne. Parlementer tên girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan tê kirin. Êdî fikr û raman jî sûc in."
‘REWŞA AWARTE BI KÊRÎ ÎKTÎDARÊ TÊ'
Bîlîcî, destnîşan kir ku îktîdara siyasî Rewşa Awarte ji armanca wê dûr xistiye û got: "Ji ber darbeyê anî bûn, lê belê niha sîrayetî hemû civakê kiriye. Niha îktîdar bi temamî li berjewendiyên xwe difikire. Ji ber vê hewcetiya wê bi Rewşa Awarte heye. Çimkî ji ber Rewşa Awarte kes nikare doza mafê xwe bike. Rê li ber çalakiyên demokratîk hatiye girtin. Karkerên li fabrîkeyan jî nikarin grevê bikin."