AMED – Girtiyê bi navê Hasan Aşa yê ku 13 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn diyar kir ku ew nexweş e û got: “Ji ber ku ez pêkanînên li dijî şikandina rûmeta mirovî derdikevim, nayêm dermankirin.”
Her roj li girtîhan pêkûtî û binpêkirinek din a mafan zêde dibe. Pêkanîna binpêkirina mafên girtiyan û bi taybetî jî girtiyên nexweş li Girtîgehê Tîpa D a Amedê jî di dewrê de ye. Li gorî girtiyên Girtîgeha Amedê bi riya parêzer, malbat û nameyên xwe radigihînin ku di demên dawî de her cûre pêkanînên rûmet şikestinê û dervayî mirovî li dijî wan pêk tê. Yek ji van girtiyan jî girtiyê nexweş Hasan Aşa (44) ye.
Aşa têkildarî rewşa xwe ya ku nayê dermankirin û pêkanîna li hember xwe û girtiyan ên dervayî mirovî pêk tên bi nameyekê ragihand. Aşa yê ku pêkanînên li girtîgehê di nameyê de aniye ziman wiha ye:
‘DIXWAZIN RÛMETÊ BIŞKÊNIN’
“Li Tîpa D a Amedê li dijî girtiyan pêkanînên rûmet şikandina mirovî û lêgerîna dervayî mirovî didomin. Di demên dawî de bi çirisandina polîtîkayên şerê AKP û MHP’ê re li girtîgehê jî binpêkirina mafan zêde dibin. Ev nêzî du mehan e li girtîgehê li dijî girtiyên diçin dadgehê an jî diçin nexweşxaneyê pêkanîna li dijî rûmeta mirovahiyê disipêrin. Girtiyên qebûl nakin bi darê zorê dibin dadgehê. Girtiyên nexweş jî nikarin biçin nexweşxaneyê. Di 9’ê îlonê de ji bo ez biçim nexweşxaneyê, min di lêgerîna gardiyan û cîhaza X-Ray de derbas kirin. Lê leşkeran heqaret li min kir. Ji ber ku min pêkanînên wan li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nekir, min nebirin nexweşxaneyê. Li gel rapora min heye jî min nabin nexweşxaneyê û dermankirina min pêk nayê. Ev 9 meh e dermankirina hemodiyalîzê dibînim. Divê ku 3 rojên hefteyê ez biçim diyalîzê. Ji ber min nabin diyalîzê talûkeya jiyanî li ser min heye.”
Aşa yê endamê DBP’ê ji tîrmeha 2014’an vir ve bi hinceta beşdarî mitîngên DBP’ê bûye bi îdaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” ji 6 dosyeyên cuda 13 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.