COLEMÊRG - Li herêma Eroşê ya Çelê ya Colemêrgê ku operasyonên leşkerî lê zêde bûne û herêm hatiye qedexekirin, heta niha 10 binkeyên leşkerî lê hatine çêkirin. Sercerdevanekî ku der barê herêma tampon de agahî dan got: "Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin yek. Em jî nizanin dê kuderê tam bihebîne."
Li herêmên bejahiyî yên Şirnex û Colemêrgê yên li sînorê Herêma Kurdistana Federe, bi beşdarbûyîna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyon didomin. Li herêma Ertoşê ya 40 kîlometreyî dûrî navenda Çelê ye operasyonên leşkerî zêde bûne û hema bêje 2 salin ji bilî cerdevan û leşkeran kes nikare biçe vê herêmê. Sercerdevanekî tiştên li herêmê diqewimin vegotin.
'QEY ERTOŞÊ DIKIN HERÊMA TAMPON?'
Ji 9'ê Îlona 2016'an ve herêma Ertoşê ji bo sivîlan qedexe ye. Tirkiye li hêlekê hewl dide li sînor herêma tampon çêbike û li hêla din jî ji bo herêma tampon hewl dide gelek binkeyên leşkerî çêbike û ji bo vana jî bi riya gelek fîrmayên înşeatê xebatên berfirehkirine rêyan didomîne.
'10 BINKEYÊN LEŞKERÎ HATIN AVAKIRIN'
Sercerdevanekî ku ji ber ewlehiyê navê xwe negot ji bo vê rewşê got: "Niha bi hezaran leşker li herêma Ertoşê ne. Lê yên li vir hatine bicihkirin bi piranî leşkerên bi pereyan e. Li herêma Ertoşê 10 binkeyên leşkerî hatin avakirin. Jixwe berê du heb hatibûn çêkirin, lê bi operasyonên dawî re 8 hebên din jî hatin çêkirin. Li Kaletepe, Çîlektepe, Sere Ertoştepe, geregirtepe, Guventyepe, Sere Berêtepe, hantepe, Baskîtepe, Dagbaştepeyê hatin avakirin. Gelek fîrmayên înşaatê hem riyan çêdikin hem jî dê van binkeyan çêbikin. Li vir pere û ranteke mezin heye. Ji xeynî karkeran cerdevanan di bin wan herêman. Li wan herêman her roj pevçûn hene, lê yek jî nayê bihîstin. Çimkî ew der qadeke girtiye û kes agahî nastîne."
Sercerdevan der barê herêma tampon de jî agahî dan û got: "Di navbera me, leşker û fermandaran de gelek caran nîqaş çêdibin. Dibêjin 'cerdevan çiya dizanin, bila di pêş de cih bigirin.' Lê gelek caran ez destûrê nadim û em dibêjin em ê neçin. Li vê herêmê ji zûv de dest bi çêkirina herêma tampon hatiye kirin. Ji bo riya li Ertoşê tê çêkirin bigihê Oremarê herî dawî 7 kîlometre mabû. Yanî dixwazin Ertoş û Oremarê bigihînin hevdu. Hem çêkirina herêma leşkerî hem jî çêkirina rê didome. Em nizanin dê sînorê vê herêma tampon heta kuderê bihebîne. Niha taxên girêdayî Çelê herêma ewlehiya taybet in. Dixwazin qedexeyan, herêmên ewlehiya taybet û cerdevantiyê berfirehtir bikin. Jixwe niha cerdevanên nû jî digirin."