* Li herêma Eroşê ya Çelêya Colemêrgê ku operasyonên leşkerî lê zêde bûne û herêm hatiye qedexekirin, heta niha 10 binkeyên leşkerî lê hatine çêkirin. Sercerdevanekî ku der barê herêma tampon de agahî dan got: "Dixwazin Ertoş û Oremarê bikin yek. Em jî nizanin dê kuderê tam bihebîne."
* Karkerên girêdayî Ofîsa Petrolê ya Tirkiyeyê ku li Çelê tespîta çavkaniyên bin erdê dikin, bi awayekî taybet tên parastin. Berê jî hatibû îdiakirin ku kesên çekdar ên bi kincên karkeran dixebitîn polîs û cerdevan bûne.
* Herî dawî di Girtîgeha Bandirmayê de Îsmaîl Arslan mir. Piştî mirina Arslan careke din rewşa girtiyên nexweş ket rojevê Li gor daneyên ÎHD'ê di 17 salên dawî de 3 hezar û 500 girtiyên nexweş mirine. Di girtîgehan de hîn jî 401 girtiyên nexweşîna wan giran hene.
* Komira ku AKP ji bo hilbijartinê bir gundên Licê û Pasûrê, welatiyan ew qebûl nekirin û li têketina gundan hat valakirin. Komira du salan wek xwe ye û li naverastê ye.
* Omer Atilganê ku di hilbijartina giştî ya 2015'an de di AKP'ê de "Bernamzetê herî ciwan ê Tirkiyeyê" bû, meger sextekarekîm profesyonel e.
* Delegeyê KCD'ê Îbrahîm Sûngûr ê di nava xebatên yekîtiya kurdan de cih digire, bertek nîşanî mislimanên li dijî kurdan tev digerin da û wiha got: "Kesên hêj li ser besmeleyê nebûne yek li dijî kurdan dibin yek. Ger ku her kes li dijî kurdan bibin yek divê kurd jî di nava xwe de bibin yek. Çareserî yekîtî ye."
* Parlementerê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ji bo 18 zimanên ku li Tirkiyeyê bi wan tên axaftin, pêşnîyazname berpêşî Serokatiya Meclîsê kiribû. Lê belê Serokatiya Meclîsê ji bo van pêşniyaznameyan got "îsrafa kedê" û ew lê vegerandin.
* Rewşa Awarte (OHAL) bû cara 7'an e ku tê dirêjkirin. Serokê ŞAxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî bertek nîşanî vê yekê da û bi lêv kir ku îktîdara siyasî ji bo berjewendiyên xwe, xwe davêje Rewşa Awarte.
* Karkerên demsalî ku nêzî milyonek nifûsa wan heye, piraniya jiyana wan bi koçberiyê derbas dibe. Karkerên demsalî piştî demsala zivistan û bi hatina biharê re dîsa ketin rêyan. Karkerên demsalî yên hatin Manisayê gotin "Jiyana me jiyana koçberiyê ye" û qala zahmetiyan kirin.
* Îsmet Kasrak ku di Girtîgeha Erzinganê de ye, got ji ber cezayekî nehatiye tesdîqkirin hatiye derbkirin û ew xistine hucreyê.
* 2'emîn danişîna doza 50 kesên pişti qedexeya derketine darve ya li navçeya Nisêbînê hatin girtin, di roja 4'emîn de dê li Mêrdînê berdewam bike.
* 3'yemin danişîna doza polîsên ku li navçeya Sîlopya bi panzêrê zarokên birayên hev Furkan û Muhammed Yildirim qetil kirin dê li 2'enîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza Akademîsyenên Aştiyê dê li 14, 34 û 36'emin Dadgehên Cezayên Giran ên Stenbolê berdewam bike. (10.00)
* Parêzer û nûnerên saziyên civakî, ji bo parêzerên girtî bên berdan dê li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê nobeta edaletê di hefteya 55'an de berdewam bikin. (11.30)
* Platforma Parastina Hevselê dê têkildarî xebatên Islahê ya DSÎ li Odeya Endezyarên Avahîsazan a Amedê civîna çapemeniyê pêk b3ine. (11.30)
* Şaxa SES'ê ya Mêrsînê dê li dijî pêşnûmeya îstîsmara zarokan li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12:30)
* Endam û rêveberên ESP'ê dê têkildarî endam û rêveberên xwe yên hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bînin. (13.00)
* 5'emîn danişina doza Parlamentera HDP’ê ya girtî Gulser Yildirim, dê li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)
* Malbatên Roboskê ji bo li edaletê bigerin dê di hefteya 329'an de li ser gorên zarokên xwe yên hatin qetilkirin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û heyeta pêre dê li Îzmirê starta hilbijartina pêşwext bide. (12.00-19.00)
* Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezaî Temelî û wekîlen li gel wî dê li Mêrsînê bi gel û esnafan re bên cem hev. (09.00-20.00)