EFRÎN - Li gundê Kurka yê navçeya Mabeta ya Efrînê jineke kuştî hat dîtin.
Li gundê Kurka yê navçeya Mabeta ya Efrînê jineke hatiye kuştin hat dîtin. Li gor agahiyên bi dest ketin, hat idiakirin ku jina ku navê wê nehat hînbûn ji aliyê leşkerên TSK Û OSO ve hatiye kuştin. Hat destnîşankirin ku şêniyên Kurkayê diyar dikin ku jina hatiye kuştin ne ji gundê wan e.
Lê belê hat diyarkirin ku jinik ji aliyê endamên OSO û leşkerên tirk ve hatiye îşkencekirin û dû re hatiye fetisandin û ew avêtine maleke vala ya li gund.