RIHA / DÎLOK - Li Rihayê 4 kesên di 8’ê Nîsanê de hatin binçavkirin, bi îdîaya “Endamên rêxistinê” hatin girtin. Li Dîlokê jî belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Polat hat girtin.
Li Rinayê, polîsan di 8’ê Nîsanê de bi ser malan de girtin O.D. (33), C.H. (26), A.M. (35), M.O. (40), M.A.Ş.B (29) û E.Ç ên binçav kirin, piştî îfadeya wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû, sewqî dozger kirin. Dozger îfadeya 6 kesan girt û bi îdîaya “Endamên rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi heman hincetê derbarê O.D., C.H., A.M. û E.Ç. de biryara girtinê da û M.O. û M.A.Ş.B. jî bi şertê kontrala edlî berdan.
Hevserokê DBP’ê yê berê Celal Babacan, rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava ya bi KHK’ê hat girtin Adîl Demîr, endamên partiye Îbrahîm Şîmşek, Îbrahîm Kurt, Osaman Buyukbaş û Ahmet Îstek ên di heman dîrokê hatibûn binçavkirin, li Midûryeta Polîsan tên girtin.
BELAVKARÊ OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ HAT GIRTIN
Belavkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Bariş Polat ê di 12’ê Nîsanê de li Termînala Otobusan a Dîlokê ku xwest biçe memleketê xwe hatin binçavkirin, sewqî edliyê hat kirin. Dozger piştî îfadeya Polat girtin û şûn de bi îdîaya “Endamê rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Polat ê derket Dadgeha Cezayê Sulh a Dîlokê bi heman hincetê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê.