ENQERE – Piştî hevdîtina Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan dîroka hilbijartina pêşwext 24’ê hezîranê diyar kir, dîroka ezmûnên YKS’ê hat guhertin û taloqî 30’ê hezîran û 1’ê tîrmehê hat kirin.
Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re li dar xist, daxuyanî da. Erdogan got ku dê hilbijartina pêşwext di 24’ê hezîranê de pêk bê.
Dîroka ku Erdogan ji bo hilbijartina pêşwext diyar kir, rastî dîroka Ezmûna Saziyên Hindekariya Bilind (YKS) hat. YKS’ê dîroka ezmûnan guherand û taloqî 30’ê hezîranê û 1’ê tîrmehê kir.