ŞIRNEX - Li Herêma Besta ya Şirnexê, operasyona leşkerî berdewam dike. Leşker ji qereqolên derdora herêmê, qadên koçeran topbaran dikin. Welatiyan diyar kirin ku di topbaranê de hin sewalên koçeran telef bûn.
Li Şirnexê, di 16’ê Nîsanê de li dijî baregeha leşkerî ya Kuyu Tepe ya Herêma Bestayê êrîş pêk hat û di êrîşê de 3 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrîşê li herêmê operasyona hat destpêkirin û di roja sêyemîn de jî berdewam dike. Bi sedan leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bûn û tevgera helîkopderê tim ber dewam dike. Hat diyar kirin ku qereqolên derdorê guleyên topê avêtin nêzî malên koçeran ên zozanan dijîn.
TOPBARAN BERDEWAM DIKE
Bedrî Gunbey ê li herêmê koçertiyê dike, diyar kir ku qereqol bê navber topan davêjin nêzî qadên jiyana wan û wiha got: “Nêzî 15 hezar sewal li herêmê hene. Ji ber topavêtin hin sewalên me telef bûn. Ji ber top avêtinê fikarên me hene. Me hevdîtin bi rayedarên leşkerî re jî kir. Lê ligel vê yekê jî leşker hîna topan bi ser qadên me de dibarînin.”
Gunbey, da zanîn ku hewl didin biçin zozanên xwe yên Feraşînê yên sêguşeyên Şirnex, Wan û Colemêrgê û wiha bilêv kir: “Lê ji ber operasyonê em nikarin biçin zozanên xwe. Hin malbatên koçar gotin ku ji ber avêtina topan hin sewalên wan mirine.”