DÎLOK - Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê Mehmet Turkmen, yê ji ber parvekirinên Efrînê hatibû girtin, bi şertê “Ji mala xwe derneke” û “Qedexeya derketina derveyî welat” hat berdan.
Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê Mehmet Turkmen, ji ber di tora civakî de êrîşên Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê şermezar kirin, hatibû girtin. Dadgehê cezayê “Hepsa malê” da Turkmen û berda. 2’yemîn danişîna Turkmen li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê pêk hat, Turkmen, parêzerên wî Tugay Bek, Mehmet Alagoz, malbat û rêveberên partiyê beşdar bûn.
Piştî parêzeran parastin kirin, şandeya dadgehê cezayê “Hepsa malê” û “Qedexeya derketina derveyî welat” li Turkmen birî û serbest berda. Dadgehê 3’yemîn danişîna Turkmen taloqî 5’ê Tîrmehê kir.