ÊLIH / MÊRDÎN – Êzîdiyên gundên navçeya Qubîn û Midyadê Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Êzîdiyên li gundên navçeya Qubînê ya Êlihê dijîn Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Yek ji van pîrozbahiyan jî li gundê Şasimê ya bi ser navçeya Qûbina Êlihê ve hat pîrozkirin. Pîrozbahî serê sibê zû dest pê kir û welatî çûn ser goristanan û gor ziyaret kirin. Bi sed salan kevneşopiya vê cejnê didome. Jinên êzidî benan li hev dihûnin û navê “bazinbar” lê dikin. Jinên êzidî bi boneya xêr û bereketê, van bazinbaran bi daran, serê simbilên genim, nebatan ve gire didin û diyarî mêvanên xwe dikin û bi qevdika destê wan ve jî girê didin. Her wiha êzidî mêvanên xwe bi hêkên renk kirî, şekir, şîranî pêşwazî dikin. Êzidiyan destnîşan kir ku Çarşema Sor ji bo wan jiyanek nû îfade dike û destûra zarokên xwe ji dibistanê xwestin û wan jî tev li pîrozbahiyê kirin.
‘EV CEJNA HEMÛ GELÊN CÎHANÊ YE’
Ji şêniyên gund Alî Kartal der barê cejnê de wiha got: “Çarşema Sor li gorî baweriya me, roja hebûna cîhanê ye. Ev tenê ne cejna me ye, ya hemû gelên cîhanê ye. Me hêk rengandin. Me bazinbaran bi ser deriyên xwe ve danî. Ez vê cejnê li tevahiya cîhanê pîroz dikim. Îro tenê ne êzidî, her kes tê mala me. Cejn jî aştiyê temsîl dikin.”
JI BO BEREKETÊ BÎNE…
Kartal got serê sibê ewil radibin diçin gorên xwe ziyaret dikin û ew van bazinbaran ji bo xêr û bereketa salê gire didin. Kartal diyar kir ku ew cîran û gundên xwe ziyaret dikin û her çiqas kelecana cejnên berê nîn be jî kevneşopî û çanda xwe didin jiyîn.
Zarok jî mal bi mal geriyan û şekir berhev kirin. Pişt re jî ketin hêlekanan û lîstin.
HDP’A ÊLIHÊ GUNDÊ ÊZIDIYAN ZIYARET KIR
Rêveberên rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê jî çûn serdana êzidiyên gund û kampa gundê Qorixê ya bi ser navçeya Qubînê ve û cejna civaka êzidî pîroz kirin. Di cejnê de peyamên ji bo aştiyê hatin dayîn û hat xwestin ku Çarşema Sor li cîhanê bibe hêviya aştiyê.
MÊRDÎN
Êzidiyên li gundê Bacinê yê girêdayî navçeya Midyada Mêrdînê jî Çarşema Sor pîroz kirin. Wek her sal cejn bi heman kelecanê hat pîrozkirin. Rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên navçeya Midyadê jî çûn serdana gundê Bacinê û cejnê pîroz kirin.
Êzidiyan mêvanên xwe bi xwarin û vexwarinê ezimandin.