STENBOL – Doza Şebnem Korur Fîncanci, Erol Onderoglu û Ahmet Nesîn ên beşdarî Nobeta Gerînendetiya Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin bûn hat taloqkirin.
Rojnameya Ozgur Gundem beriya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) bê girtin kampanyaya nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî dest pê kiribû. Nûnerê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu, nivîskar Ahmet Nesîn û Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci jî bi piştevaniyê Gerînendetiya Weşana Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê kiribûn. Bi îdiaya her sê navan jî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” doz li wan hatibû vekirin û demek ji vê dozê girtî mabûn.
Danişîna doza Onderoglu, Fîncanci û Nesîn li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Onderoglu, Fîncanci û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Rayedarên Konsolosxaneya Fransa û Balyozxaneya Norveçê, nûnerên Rêxistina Efûyê, rojnameger û gelek akademîsyenan jî danişînê şopandin.
Heyeta dadgehê ji bo îfadeyên Ahmet Nesîn ê li derveyî welat e bê girtin û fermana dadgehê bicih bê, danişînê taloqî 9’ê cotmehê kir.