HELEB - Bijîşkê Nexweşxaneya Avrînê Ebû Mihemed a ku Tirkiye navê nexweşxaneyê weki "Afrin Hastanesî" guhertin, diyar kirin ku tabelaya kurdî daxistin û li şûna wê tabelaya tirkî darvekirin û wiha got: "Dixwazin Efrînê bê kurd kurd bihêlin. Navê vê yekê raste rast dagirkerî ye."
Tirkiye bi destê TSK û OSO di 20'ê Çile de ketin axa Efrînê. Leşkerên TSK û komên girêdayî OSO 88 rojin ketine axa Efrînê û mal û milkê welatiyan talan dikin, wêran dikin û welatiyan direvînin. Welatiyên Efrînê di roja 58'an de ji ber êrîşen hewayî yên Tirkiye zêde bûn û komkujî zêde bû bajarê Efrînê vala kirin. Piştî welatiyên Efrînê bajar û gelek gundên xwe vala kirin talankirin û wêrankirina bi destê OSO û komên gidêdayi wê zêde bû. Komên girêdayî OSO ku ketin nêzî 3 gund û navçeyên Efrînê diçin kijan gundî talan dikin û wêran dikin. Diziyê dikin. Yên li gundê xwe mane jî rastî tacîz tecawiz û îşkenceya komên OSO tên. OSO yên ku ewil ketin Efrînê di destpêkê de peykerê Kawayê Hesinkar ê Şoreşger şikandin. Piştre Navê Nexweşxaneya Avrînê guhertin. Tabelaya kurdî daxistin û li şûna wê tabelaya tirkî daliqandin. Yek ji bijîşkê Nexweşxaneya Avrînê Ebu Mihemed, bertekên xwe nîşanî vê yekê da û wiha got: "Komên ketin Efrînê dixwazin her tiştê li ser navê kurdan tune bikin û winda bikin. Dixwazin bi temamî demografiya herêmê biguherînin. Bijîşk Mihemed ê 6 salin li Nexweşxaneya Avrinê bijîşkiya jinan dike, diyar kir ku dema êrîşên li ser Erînê dest pê kir, bi dehan welatiyên birîndar bûn derman kir. Mihemed ku ji Efrînê ye, ji destpêka êrîşan heta Efrîn vala bû, li nexweşxaneyê xizmeta tenduristiyê da welatiyan.
Mihemed, anî ziman ku piştî erîşan dest pê kir heta derketin her roj kuştî û birîndar dihatin nexweşxaneyê û wiha got: "Tevî ku ji bejayî û hewayi de nava Efrînê dihat bombekirin rayedarên Tirkiye digotin 'Em sivîlan nakin hedef' Tu rastiya vê yekê tune ye. Her rojê me bi dehan birîndar terman kirin. Gelek welatiyên birînên wan giran beriya bigêjin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didan. Komên êrîşkar li ser kurdan komkujî pêş dixistin."
'NAVÊ VÊ YEKÊ DAGIRKERÎ YE'
Mihemed, anî ziman ku êrîş tenê bi kuştin û talankirinê re bi sinor neman û wiha got: "Piştî kantona Efrînê dagir kirin jî dîsa êrîşên wan ên li ser Efrînê berdewam kirin. Çiqas nirxên kurdan ên li Efrinê hebûn hemû rastî êrîşan hatin. Her tişt xera kirin, talan kirin, wêran kirin û şewitandin. Herî dawî navê Nexweşxaneya Avrînê guhertin û tabelaya Tirki daliqandin. NAvê vê yekê dagirkerî ye. Efrîn erdnigariya Kurdan e. Lê dixwazin şopa kurdan li wir paqij bikin. Ev raste rast dagirkerî ye. Dixwazin demografya Efrinê biguherînin û şopa kurdan li wir tune bikin. Dixwazin Efrînê bê kurd bihêlin."
CÎHANÊ DENG Û AWAZA GELÊ EFRÎNÊ NEBIHÎST
Dr. Mihemed, bertek nîşanî helwesta cîhanê jî da û anî ziman ku tevî ew qas komkujî, talankirin, wêrankirin û dagirkeriya li ser axa Efrînê cîhanê dengê gelê Efrînê nebihîst û wiha got: "Yên li dijî talankirin û komkujiyen Tirkiye bedeng man şirîkê vê komkujiyê ne. Em niha agahiyên pir hov ji Efrîne distînin. Mirov tên revandin. Jin rastî tecawizê tên. Mal û milkê welatiyan tê talankirin. Cîhanê tişta bi serê Efrînê de hat nedît."
MA / Nazim Daştan