ÎZMÎR - Serokê Şaxa Leşkerî ya Odemîş Serpêl Fatîh Ugur Koştan ê di çarçoveya lêpîrsîna cemaatê de ji kar hat avêtin, li ber şaxa leşkerî întîhar kir.
Serokê Şaxa Leşkerî ya navçeya Odemîş a Îzmîrê Serpêl Fatîh Ugur Koştan ê di çarçoveya lêpîrsîna Cemaata Fetullah Gulen de ji kar hat avêtin, di derengiya şevê de li ber şaxa leşkerî întîhar kir. Koştan li vê derê demanceya di ber peywirdarê ewlekariya taybet ê nobetê digire de, jê digere û bera serê xwe dide.
Koştan ê jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsiyê şandin Morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.