Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne

  • rojane
  • 09:01 24 Hezîran 2023
  • |
img
MELETÎ -  Li Meletiya ku di erdhejê de gelek avahî lê hilweşiyan, piştî erdhejê kirêyên xaniyan bihabûn. Welatiyên ku ji ber xaniyên wan xesar gihiştiyê xaniyên kirêkirî digerin, destnîşan kirin ku beriya erdhejê kiriyên xaniyan 2 hezar bûn û piştî erdhejê jî di bin 10 hezaran de xaniyên kirêkirî nînin. 
 
Li Meletiyê ku bandoreke mezin ji erdhejên 6'ê Sibatê yên li Mereşê girtibû gelek avahî hilweşiyan û hejmareke zêde ya avahiyan jî xesareke mezin gihiştiyê. Li bajarê ku hêj di bin bandora erdhejê de ye, bi tevahî 31 hezar 604 avahiyên ku xesareke giran gihiştiyê tên hilweşandin. Li navenda bajêr pir kêm avahî hene ku zêde xesar negihiştinê. Lê avahiyên ku kêm xesar gihiştinê jî kiriyên wan biha ne û ji ber bihabûna kireyên xaniyan, welatî nikarin bikevin xaniyan û neçarî konan û koçberiya derveyî bajêr dibin. Tevî ku li gor qanûnan xwediyên xaniyan ji sedî 25'an zêdetir nikarin zamê li kirê bikin jî li Meletiyê qanûn hatiye binpêkirin û kirêyên xaniyan 5 qat biha bûne. Li navenda Meletiyê welatiyê bi navê Cûma Akdag ê 71 salî ku ji ajansa me re axivî, da zanîn ku kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne, ji ber wê jî nikare bikeve xaniyên kirêkirî û ji ber kontrola xaniyên kirêkirî nîne bertek nîşanî rêveberên dewletê da.
 
'KIRÊYÊN XANIYAN 5 QAT ZÊDE BÛNE'
 
Akdag, anî ziman ku xaniyê wan jî di erdhejê de xesar gihiştiyê û ji ber ku xaniyên kirêkirî bihabûne nikare ji xaniyê xwe derkeve. Akdag, bi lêv kir ku ev bi mehan e xaniyên kirêkirî digere û wiha got: "Li Meletiyê bajar nema ye, xaniyekî ku tu bêjî saxleme tune ye. Hemû kes xaniyan digerin lê xanî tune ne. Kirêyên xaniyên ku kêm xesar gihiştinê jî 10 hezaran e, milet dê çawa bikeve xaniyên kirêkirî. Yanî heqê av, ceyran û gaza xwezayiyê jî heye, milet nikarê ji bin derkeve. Tu hukmê kesî tune ye ku bikare van kirêyan bide. Beriya erdhejê xaniyên kirêkirî hezar û 500 an jî 2 hezar bûn lê niha ji heman xaniyan re 10 hezar lîre dixwazin."
 
'MILET JI NEÇARÎ DI KONAN DE DIMÎNE'
 
Bi domdarî Akdag destnîşan kir ku tu pergala ku kontrola xaniyên kirêkirî bike li bajêr tuneyê û wiha bertek nîşan da: "Yanî dev ji bajêr berdane, ev çend meh in ava paqij li Meletiyê tune ye lê tu kes pirs nake. Bi vê yekê wê çawa kontrola xaniyên kirêkirî bikin. Ev meh û nîve ez xaniyekî kirêkirî digerim lê tune ye. Heke bi van şert û mercan ez xaniyekî kirêkirî bibînim jî muçeyê min hemû wê biçe xaniyê kirêkirî. Ji xwe tenê muçeya min a teqawîdbûnê heye ji bilî wî tu pereyên min jî tune ne. Vê pergalê bi exlaqê civakê re lîstiye, civak ji aliye exlaqê ve, ew qas têkçûye ku erdhejê ji xwe re dikin firsenda qezenckirina pereyan. Yanî bi vî awayî milet wê çawa pêdiviya xwe ya xaniyan dabin bikin. Milet tevî germa havîne jî  ji neçarî di konan de dimîne."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

18/12/2023
10:11 Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir
09:53 Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 55 roj in tu agahî nayên girtin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
09:08 Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin
09:04 Xwişka girtiyê nexweş: Ev gel rewşa birêz Ocalan mereq dike
09:01 Bi ser Komkujiya Mereşê re 45 sal derbas bûn: Êşa me hêj mîna roja ewil e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:52 Bi ser şaredariya CHP’ê de girtin
07:31 Rojnameya Xwebûnê bi ‘Cîhan Ocalan dixwîne’ derket
00:14 Li Yalovayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
17/12/2023
23:23 Ciwanên DEM Partiyê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê meşiyan
20:33 Wêneyên pêşengên kurdan bi Keleha Wanê ve hatin daliqandin
20:28 Abdurrahîm ê cerdevanan ew birîndar kiribû cara duyemîn emeliyat bû
19:33 Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê
19:18 Parlamentera DEM Partiyê Sagyîgît: Kurdî xeta me ya sor e
18:35 Hatîmogûllari: Em ê stratejiya Lihevkirina Bajêr li Tirkiyeyê jî pêk bînin
17:01 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo kongreyê belavok belav kir
16:49 Ciwan tev li Nobeta Edaletê bûn
16:29 Fûara Pirtûkan a Amedê didome: Panela pirtûka ‘Bîrgehê’ hat lidarxistin
15:56 ÎHD û TÎHV'ê çalakiya ‘Nobeta Mafên Mirovan’ li dar xist
15:16 Li Amedê berteka li dijî hedefgirtina Şêx Seîd: Hedê xwe bizanin
14:29 DEM Partiyê ji bo bernamzetiyên Rihayê bang kir
13:39 Ji Bakirhan peyama hilbijartinê: Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye
13:31 Îsraîlê li Xezeyê êrişî dêrê kir: Dayik û keça wê hatin qetilkirin
12:52 DEM Partiyê biryarên di civîne de hatine dayîn eşkere kir
12:51 Îrmez: Divê tecrîd rabe, çareseriyeke din tune
11:16 Amed di nava mijê de ma
10:53 Li Lîbyayê keştiyek noqî avê bû: 61 kes winda bûn
10:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 21’an de didome
09:59 Meteorolojiyê ji barînan hişyarî da
09:58 Ji rojnameger Silêman Ehmed 54 roj in tu agahî nayên girtin
09:58 Kovara Jînê bi sernavê ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
09:57 Dê DEM Partî namzetên xwe kengî eşkere bike?
09:18 Li KYK’ê dîsa asansor ket
09:09 Qeyûm agahiyên şaş dane wezaretê
09:08 Li Manîsayê pankarta pêşengên kurdan hate daliqandin
09:08 Ji ber ku pala xwe daye qalorîferê 2 hezar lîre ceza li girtî birîn
09:05 Ji DEM Partiyê bi 3 zimanan banga ji bo serlêdanên bernamzetiyê
09:04 Tevî pitika xwe ya 4 mehî di Nobeta Edaletê de ye: Em bibin dengê zindanan
09:01 Gurbuz ê DBP'î: Ji bo erdnîgariyeke jiyanbar divê tecrîd bê şikandin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2023'YAN
16/12/2023
20:54 Ciwanên rihayî wêneyên pêşengên kurdan daliqandin
20:34 Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê dest pê kir
20:20 Nobeda Edaletê: Heta daxwaz neyên cih dê çalakî bidome
16:52 Leyla Guven sewqî Girtîgeha Sîncanê hate kirin
16:49 Parêzer Sarica: Nikarin vîna Ocalan têk bibin lewma tecrîd girantir kirin
16:05 Li Enqereyê piştgirî dan Ozak Tekstîlê
15:53 Rûniştina F: Bila mafê jiyanê yê girtiyan bê parastin
15:31 Dozgerî ji bo xebatkarê Demokratîk Modernîteyê cezayê hefsê xwest
15:28 ‘Bila girtiyê nexweş Mehmet Salih Fîlîz tavilê bê berdan’
15:06 ÎHD’ê faîlên 5 kesên hatine windakirin û qetilkirin pirsî
14:36 Ji bo pirtûka Nagihan Akarsel a ‘Nîsan’ dê roja îmzeyê bê lidarxistin
14:30 Felsefevanê îtalyanî Antonio Negri jiyana xwe ji dest da
14:24 Îhsan Haran 29 sal berê hate windakirin: Bila bêcezatiya di dosyayê de bi dawî bibe
14:05 Di 10 mehan de ji bo Komîsyona Mafên Mirovan nêzî 2 hezar serlêdan hatin kirin
13:53 Pirs ji wezîran hate kirin lê AFAD’ê bersiv da
11:39 Hilbijartina taybet a ji bo encûmanên bajaran a Iraqê dest pê kir
11:36 Ji bo bihayê dermanan ji sedî 20 zem hate kirin
11:27 NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin, dê li du cihan konserê bidin
10:50 Bakirhan: Em çenteyê hawariyê yê tu kesî nînin
10:03 Ciwan xwe ji bo kongreya ‘Vejîneke Ciwan’ amade dikin
09:49 Ji rojnameger Silêman Ehmed 53 roj in tu agahî nayên girtin
09:45 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome
09:42 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Bila dewlet hişê xwe bîne serê xwe!
09:30 Girtiyê nexweş li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye
09:24 Tîma Futbolê ya Jinan di sala xwe ya ewil de bû şampiyon
09:17 Parêzer Çîftçîler: Ger tecrîd bidome dê girtîgehên din jî veguherin Îmraliyê
09:15 Nûnerê DÎSK'ê yê Egeyê Sari: Divê çîna karkeran li kuçeyan be
09:06 Bayindir: Divê em nehêlin kesek jî xizmetê ji polîtîkayên şerê taybet re bike
09:05 Hat xwestin ku li Haral ê ku bi kuştinê gef li Serokê Baroya Amedê Eren xwar 4 sal ceza bê birîn
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN
15/12/2023
20:54 Gun: Berpirsê qetlîamê Şeyhmûz Babat e
19:30 Hejmara 4'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
17:01 Li Erxeniyê ji ber rê bertek nîşanî qeyûm dan
16:48 Konsera NÇM’ê hate qedexekirin: Dê cih û saeteke nû bê diyarkirin
16:42 Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê didomin
16:13 Rapora Girtîgehên Çûkûrovayê: Mafên mirovan hatin rawestandin
16:11 Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî faîlê tacîza zayendî parast
16:04 ‘Divê tu kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’
15:00 Hatîmogûllari: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye divê ji holê bê rakirin
14:41 Zîzek tev li 'Rojên Xwendina Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bû
13:34 Li polîsê parêzer derb kiribû ceza hate birîn
13:32 Rêxistina DEM Partiyê ya Erdexanê îdiaya ‘tifaqê’ derewand
13:20 AYM’ê ji bo biryara qedexekirina Taksîmê di 1’ê Gulanê de got ‘binpêkirina maf e
13:18 Trafoya cotkarê ku giliyê DEDAŞ’ê kir hate mohrkirin
12:10 Li Bedlîsê leşkerek bi awayeke guman mir
12:03 Penaberên kurd di greva birçîbûnê de ne
11:55 Qeyûmî pere nehişt, Şaredariya AKP’î neguhêzbaran difiroşe
11:53 Kurê girtiyê nexweş: Bavê min nikare heta 4 mehên din li girtîgehê bijî!
11:16 Doza tacîzê hate taloqkirin
11:10 Li Îranê li dijî navenda polîsan êriş hate kirin: 11 kes mirin
11:07 Girtî di daxwaza xwe ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de bibiryar in
10:59 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Fûara Pirtûkan a Mezopotamyayê sibe li Amedê dest pê dike
10:39 Girtî Eman: Yekane kesê bikare şer bisekinîne Abdullah Ocalan e
10:28 Delegasyona Jinan a Navneteweyî: Divê Abdullah Ocalan tavilê bê berdan
10:17 Prz. Marcelli: Divê CPT ji bo Ocalan bi helwesteke bibîryar daxuyaniyê bide
10:01 Cenazeyê Yilmaz ê HPG’î hate definkirin
09:54 Ji bo mala xwe ya li Sûrê 8 sal in têdikoşe