TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin

  • jin
  • 16:20 22 Hezîran 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê bertek nîşanî bêdengiya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Ev sûîqest, li dijî jina azad hatiye kirin. Divê pêşî li ber van êrişên li pêş çavên hemû cîhanê tên kirin were girtin.” 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan ê suryan Firat Tûma li gelek bajaran daxuyanî da û êriş protesto kir. 
 
WAN
 
Pêkhateyên TJA’yê ya Wanê têkildarî mijarê li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyanî da. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî, Mahmût Dundar, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, gelek rêveberên HDP’ê û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên di êrişê de hatine qetilkirin hatin hilgirtin û pankarta “Li dijî polîtîkayên şer, li dijî qetliaman, li dijî tecrîdê bijî berxwedana gelê kurd” hate vekirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sayyîgît di daxuyaniyê de axivî û got ku îktîdara AKP’ê xwe bi siyaseta dijminatî, şer û pevçûnan dide jiyîn û ev tişt anî ziman: “Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji sala 2011’ê heta niha didome. Ev şer bû sedema koçberbûna bi milyonan mirovan. Hêzên herêmî û navneteweyî yên rê li ber polîtîkayên aştiyê digirin, di van komkujî û rûxandinan de xwedî par in.” 
 
Sayyîgît, êrişa li Qamişloyê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma pêr di êrişeke bi SÎHA’yan de hatin qetilkirin. Ev êriş, li dijî gelê kurd ê welatê xwe, gelê xwe û îradeya xwe li dijî DAIŞ’ê diparêze tê kirin. Ev sûîqest, li dijî jina azad û li dijî avadaniyên di nava lêgerîna avakirina civaka azad de tên kirin. Divê ev êriş û sûîqestên li pêş çavên hemû cîhanê tên kirin tavilê bên sekinandin. Ji bo vê jî divê rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû derdorên li dijî şer bikevin nava liv û tevgerê. Em ne teslîmî tarîtiya DAIŞ’ê bûn û ne jî teslîmî dagirkeriya nokerên wan bûn. Bila her kes bizane ku di encama têkoşîna azadiyê ya jinên kurd de li hemû qadên cîhanê îro felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ belav dibe. Ev yek nîşan dide ku ev sedsal dê bibe sedsala jin û gelê kurd. Em li vir soz didin ên jiyana xwe ji dest dayî. Ji bo jiyaneke civakî ya li ser pîvanên wan ava bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
AGIRÎ
 
TJA’yê li pêşiya avahiya HDP’a Bazîd a Agiriyê jî daxuyanî da. Rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Parlamenter Demîr ve hate xwendin. Demîr, ev tişt anî ziman: “Li Herêma Federe ya Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn, bi hevkariya Hikûmeta Iraqê hewl dan hene ku Şengalê bêstatû were hiştin, Mexmûr tê dorpêçkirin, her roj bi hewayî û bi destê çeteyan li dijî sivîlên Rojava êriş tên kirin, nexweşxane tên bombebarankirin û qadên sivîlan hedef tên girtin. Li Silêmaniyeyê Zekî Çelebî, Nagihan Akarsel, Huseyîn Arasan, li Rojava jî Hevrîn Xelef û rêhevalên wê hatin qetilkirin. Cînayetên du roj berê li Qamişloyê hatine kirin, êrişeke li dijî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û jiyana ekolojîk e. Bi van înfazan û komkujiyên kiryarnediyar re di pirsgirêka kurd de neçareseriyê kûrtir dikin.” 
 

Sernavên din

26/06/2023
10:33 Di doza Mîraç Mîroglû de biryar dê li gorî leza wesayîtê were dayîn!
09:25 Rojnameya Xwebûnê di manşeta vê hefteyê de cih da êrişên Tirkiyeyê
09:08 Germbûna kûrewî kir ku Baxçeyên Hewselê bibe cih û warê cureyên çûkan
09:02 ‘Di Girtîgeha Bolûyê de maf nîn in’
09:01 Xwezaya Meletiyê bi raporên ÇED'ê tê talankirin
09:01 Çakas: Sedemê binpêkirinên li girtîgehan tecrîda Îmraliyê ye
09:01 Jinan li dijî êrişên dewleta tirk banga têkoşîna yekgirtî kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:58 Ji bo Midûriyeta Giştî ya Emniyetê kesekî nû hate tayînkirin
25/06/2023
23:39 Li Mereşê bi pileya 3.4 erdhej çêbû
23:34 Yanardag: Tecrîda li dijî Ocalan bêhiqûqî ye divê bê rakirin
21:41 Midûrê navenda rehabîlîtasyonê bi madeyên hişbirê ve hate girtin
19:03 Ji bo Dûrmûş a li Zapê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn
16:40 Endamê PM’a HDP’ê Teker hate girtin
16:40 Li Şengalê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Neteweyî hate avakirin
15:58 Zarokê ku dewleta tirk birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da
15:54 Kazim Koyuncu li ser gora xwe hat bibîranîn
15:33 Malbata Şenyaşar: Daraz xwe li kerr û laliyê dide
15:32 Hejmara kesên ji ber şerê li Bismilê hatine girtin zêde bû
15:01 Jinan li Silêmaniyê bang kir: Dê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî' hêj mezintir bibe
14:35 Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin
14:27 Peywireke nû dan ‘keça manewî’ ya Erdogan ku neguhêzbarên şaredariyê xesp kirine
13:24 Jinên katalonyayî: Rizgarî, bi têkoşîna azadiyê pêkane
12:34 DBP’ê kongreya awarte li dar xist
12:10 Ji ber êrişa nîjadperest a li Trabzonê tu kes nehatiye binçavkirin
11:43 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin û zevî şewitandin
11:33 Girtiyên li dijî binpêkirinan derdikevin careke din tên cezakirin
11:30 Şahidê Komkujiya Licê: Dibe ku doz betal bibe lê hêj bi dawî nebûye
10:36 Prîgojîn ji Rostovê derket
10:31 ‘Desthilat bi ÇEDES’ê dixwaze kadroyên oldar bigehîne’
10:31 Rojnameger Bulut bang li rêxistinên mafan kir: Li dijî îşkenceyê bi peywira xwe rabin
09:57 Turan: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê krîz çareser nebin
09:20 Cîgirê qeyûm ê ji mirina karkerekî berpirsyar hêj li ser peywira xwe ye!
09:02 Germavên Şirnexê dan ber firotinê
09:01 Di TOKÎ'yan de nikarin nefesê bistînin
09:00 Berdana wî 5 caran hatibû taloqkirin: Li girtîgehê pêkanînên dîlgirtinê tên meşandin
09:00 Ehmed Xoce yê PYD'î: Armanca êrişan civaka demokratîk e
09:00 ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
24/06/2023
22:38 'Tirş û Tehl' li Amedê bû
21:50 Prîgojîn, banga Lûkaşenko qebûl kir
20:50 Tenduristiya Dag û Er her diçe xirabtir dibe
20:34 Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolîn û Arşîvê hat vekirin
16:08 Balafirên Tirkiyeyê gundên Amêdiyê bombebaran kirin
15:37 ‘Girtiyê nexweş Kaya yê ji sedî 93’ê astengdar e bila were berdan’
14:59 TUAY-DER: Divê rojeva me ya sereke tecrîd be
14:59 Li Edeneyê bi pileya 3.8 erdhej çêbû
14:50 ÎHD: Dawî li qedexeya Galatasarayê bînin
14:22 Pirtûkxaneya Jinên Kurd tê vekirin: Dîroka jinan a nayê dîtin dê bê nivîsîn
13:00 Çalakiya Dayikên Şemiyê hate astengkirin
12:47 Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan û li kujeran pirsîn
12:20 Rêxistina Efûyê ji bo 7 kesan banga çalakiya lezgîn kir
12:04 Rojnamevan Bûlût: Girtiyên mûayeneya bikelemçe qebûl nakin nayên tedawîkirin
11:46 ‘Berxwedana dayê ya bibiryardarî wê edaletê bîne welat’
11:24 Astana çare nîne: Kurd nebin çareserî jî nîne
11:14 Li dijî artêşa Rûs serhildana çekdarî: Rewşa bialoz berdewam dike
10:56 Li Dîlokê qezaya trafîkê: 6 kesan jiyana xwe ji dest da
10:53 Ozdemîr: Dema ku faîl leşker û polîs bin bi rêbazek cihê tên darizandin
10:12 Li ser HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk didomin: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:57 Hevala wê ya têkoşînê Derwêş vegot: Her tim li herî pêş bû
09:56 Midûrê Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan guherî, binpêkirin jî zêde bûn
09:06 Asadî: Jinên afxan dê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:04 Hejmara zêde ya amûrên birîna sînyalê li Şirnexê jiyana gel ditevizîne
09:02 Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin
09:02 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan lêgerînên li qawîşan veguherîne îşkenceyê
09:02 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye
09:01 Mesref zêde dibin, sewalvan dest ji karê xwe berdidin
09:01 Li Meletiyê piştî erdhejê kirêyên xaniyan 5 qat zêde bûne
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
23/06/2023
22:04 Li Almanya û Holandayê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
18:58 Tirkiyeyê êrişî Eyn Îsayê kir: Agir bi zeviyan ket
18:30 108 şengalî vegeriyan warê xwe
17:46 Saziyên ziman êrişên li ser kurdî şermezar kirin
17:35 Der barê îdianameya rojnamevan Orûç de biryara bêrayetiyê
17:30 Îdianameya rojnamevan Gok hat qebûlkirin: Nûçeyên wî sûc hatine hesibandin
16:47 Li Şaredariya AKP’î çalakiya dest ji kar berdanê
16:12 HDP: Darazê ji polîsên îşkencekar re got ‘em li pişt we ne’
16:11 ‘Girtîgeh hişyariyê didin’
15:02 Li Dayika Aştiyê Turkekul 6 sal û 3 meh cezayê hefsê birîn
14:28 Tarim Orkam-Sen çû serdana Emîne Şenyaşar
14:06 Li rojnamegerên li dijî girtina hempîşeyên xwe derketin doz hate vekirin
13:31 Leşkerek ku di şer de birîndar bûbû mir
13:11 Dozger îdianameya rojnamevan Gok û Orûç şand dadgehê
13:04 Îdianameya rojnameger Canozer: Nûçe weke sûc hatin dîtin
12:34 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:20 VEDAŞ’ê saetên ceyranê yên sîteyan di qaseyan de bi cih kirin
10:58 Rojnameger Bêrîtan Canozer hate berdan
09:54 Bi milyonan lîre hatin xerckirin lê balafir ji cihê xwe nalivin!
09:47 Li dijî êrişan banga yekitiyê: Ji xeynî berxwedanê tu rêyek din nîn e
09:40 Li girtîgehê mirina biguman: Hate îdiakirin ku sewqî nexweşxaneyê nekirine
09:09 Dermanên girtiyê nexweş nadinê
09:07 Jin amadekariyên serdema nû dikin: Em ê rêxistinbûyînê xurt bikin
09:07 Erdogan roj diyar kiribû: Lê 3 hezar û 845 roj in av tune ye!
09:06 Bang li baroyan kir: Li dijî tecrîdê rabin
09:03 27 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin: Divê li dijî tecrîdê xetên têkoşînê bên birêxistinkirin
09:00 Ji Kizilayê sosretî: Hûn xizmê şehîdan in?
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
08:54 3 polîsên li Licê îşkence li zarokekî kiribûn hatin berdan
08:52 Dolarî 25 lîre derbas kir!
08:34 Li Çorlûyê cînayeta kar
22/06/2023
23:46 Ciwanan tecrîda Îmraliyê protesto kir