* Rayedarên dewletê gava yekemîn a xerakirina Sûrê bi dawî kirin dest bi gava duyemîn a xerakirina Sûrê dikin. Di gava duyemîn de zorê li welatiyên mayî dikin ku wan jî koçber bikin. Pîra 73 salî Havva Dundar ku berê koçber bûbû û çavê wê nabîne, wiha got: "Ez berê koçber kirim. Berê dinya min tarî ye. Ji xwe cîhana min tarî ye. Niha min davêjin cîhanek din a tarî."
* Girtiyê bi navê Hasan Aşa yê ku 13 sal û 5 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn diyar kir ku nexweş e û got: “Ji ber ku ez li dijî pêkanînên şikandina rûmeta mirovî derdikevim, nayêm dermankirin.”
* 7 jinên ku hatin gel hev Kooperatîfa Kar û Çanda Derûdorê ya Jinên Herêma Odemîşê ava kirin, hejmara jinan derketiye 50 kesî û rêya xwe dewam dikin. Jinên ku kooperatîf ava kirin, mi bodela xebatê ya jinê aboriya xwe jî saz dikin.
* Endama Platforma Dur De Yildiz Onen bal kişand ser axatinên siyasetmedarên ku hêrs û tundiyê bi pêş dixin, aşkera kir ku desthilatdarî bi van axaftinên xwe yên hişk dixwaze ji krîza polîtîk derkeve.
* Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, bal kişand ser zagona ku firotina tûtina pêçanê qedexe bike û wiha got: "Ger ku li Semsûrê firotina tûtinê xelas bibe dê Semsûr jî xelas bibe. Tûtin ji bo Semsûrê mesrefa lênûsk û pênûsa dibistanê ye."
* Seroka Baskên Jinan a CHP’ê ya Mêrsînê Pakîze Guler, li hemberî pêşnûmaya ku erka marbirînê dide miftîtiyan bertek nîşan da û wiha got: “Dê jin li dijî vê qanûnê li ber deriyê Meclîsê bitêkoşin û rê nedinê.” Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Hatice Şahin jî wiha axivî: “Em ê têkoşîna jinê hîn pêşvetir bibin û li dijî feraseta hikûmeta AKP’ê rawestin.”
* KODA ku ji aliyê akademîsyenên hatin îxrackirin ve bi awayekî kolektif hat avakirin, bernameya xwe ya dersan a salekê kir pirtûk. Akademîsyen Prof. Dr. Nilay Etiler ku bi KHK’ê ji Zanîngeha Kocaeliyê hat îxrackirin, got ku ji bo ew neheqiyên ku bi wan re rû bi rû mane bi awayekî nivîskî bikin belge wan ev pirtûk derxistiye.
* Ji ber krîza vîzeyê ya di navberaTirkiye û DYA’yê de bi derbekê re Dolar firiya. Ji ber vê zêdebûnê esnafên komirê pir xisirîn. Esnafan wiha got: “Krîza di serdema Bulent Ecevit de hat bîra me.”
* Qeymeqamtiya Bazîdê, ji bo Deriyê Sînor ê Gurbûlakê “kota”yek diyar kir. Ji ber vê sepandina kotayê niha bi sedan esnaf li ber îflasê ne.
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay, dê di 46'emîn salvegera Dr. Hîkmet Kivilcim de li goristana Topkapi li ser gorê wî bibir bîne. (11:00)
* Komîsyona Xebata Jiyanê ya (ÎHD) dê îhlala meha îlona 2017'an bi raya giştî re parve bike. (12:00)
* Rûniştina doza edîtora wergerê ya ETHA Meşale Tolu ya 5 mehin girtî ye dê li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)
* Çalakiya kedkarên bi KHK'ê hatin îxrackirin a bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" dê di roja 337'an de li Kolana Yukselê berdewam bike. (13.30-18:00)