Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji lêgerîna windayên xwe û Galatasarayê bernedin

  • rojane
  • 12:57 17 Hezîran 2023
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê û parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn Qada Galatasarayê. Polîsan dîsa êriş bir ser Dayikên Şemiyê û parêzvanên mirovan û 17 kes kirin binçavan. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku ew ê dest ji Qada Galatasarayê bernedin. 

Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayên wan zelal bibe û kujer bên darizandin û cezakirin, xwestin di hefteya 951’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. 10 hefte ye polîs tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku ji bo Dayikên Şemiyê daye jî lê çalakiyê asteng dikin. Hesveroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, TÎP, CHP jî piştevaniyê dan çalakiyê. 
 
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan ku heta Qada Galatasarayê meşiyan, ji alyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan êriş bir ser çalakvanan û Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Seroka ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de 17 kes kirin binçavan. 
 
Polîsan destûr neda ku parlamenter û Dayikên Şemiyê li gel hev daxuyaniyê bidin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlamenteran tenê daxuyanî xwendin. Di vê kêliyê de jî Dayikên Şemiyê û parêzvanên mirovan di dorpêça polîsan de bûn. 
 
17 KES KIRIN BINÇAVAN 
 
Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê navên kesên hatine binçavkirin ragihand: Hanîfe Yildiz, İkbal Eren Yarici, Masîde Ocak, Hanim Tosûn, Mîkaîl Kirbayir, Alî Ocak, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Cîhan Kaplan, Hatîce Onaran, Firat Akdenîz, Nazim Dîkbaş, Îsmaîl Yucel, Hunkar Hudaî Yûrtsever, Arda Yuksel, Meryem Bars. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan kêliya ku metna daxuyaniyê dixwend polîsan ew dorpêç kirin û hewl dan daxuyaniyê asteng bikin. Lê tevî astengiyê jî Bûldan daxuyanî xwend. 
 
’28 SAL IN…’ 
 
Daxuyanî wiha ye: “28 sal in em mafên xwe yên ji Destûra Bingehîn, qanûn û peymanên ku Tirkiye jî terefê wan e, ji bo eşkerekirina aqûbeta mirovên di binçavan de hatine windakirin û pêkanîna edaletê bi kar tînin. Me ji Qada Galatasarayê ku 699 hefte bi me re veguherî bîranînê daxwazên xwe qîriyan. Piştî ku Tirkiye derbasî Sîstema Serokatiyê bû, 5 sal in hevdîtinên me yên li Galatasarayê bi tundiya polîsan tên astengkirin. Tevî du biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ku qedexekirina Qada Galatasarayê ji bo Dayikên Şemiyê weke binpêkirina mafan dibîne jî astengî berdewam dike. Ev deh hefte her ku em diçin Galatasarayê ji aliyê polîsan ve tên dorpêçkirin, bi awayên nehiqûqî me kelemçe dikin û dikin binçavan. 
 
'EM Ê BÊDENG NEBIN’ 
 
Ev êriş rasterast li ser pêbaweriya Dadgeha Destûra Bingehîn û li dijî mafên mirovan e ku divê Dadgeha Destûra Bingehîn biparêze. Her wiha, israra li ser vê qedexeyê armanc dike ku li ser her kesê ku bixwaze bi awayekî aştiyane li hev bicive û daxwazên xwe bîne ziman, bandorek astengkirinê çêbike. Em di hefteya xwe ya 951’emîn de careke din bi bîr dixin; Pergaleke ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk neyne, nikare baweriyê bi hiqûqê çêbike. 951 hefte ne û dîsa em bang li Serokkomar û Wezîrê Karên Navxweyî dikin ku rêzê li biryar û rewatiya Dadgeha Destûra Bingehîn bigirin, qedexeya Galatasarayê ya ku 5 sal in bi awayekî kêfî tê meşandin, demildest û bê şert û merc bi dawî bikin. Em têdikoşin ku înkar û neheqiya li van xakan diqewimin bidin xuyakirin. Li ser zemîna hiqûqê em li windayên xwe digerin û dixwazin kujer bên cezakirin. Dixwazin hêviyên me yên rewa têk bibin. Bi zorê dixwazin me bêdeng bikin. Lê em bi biryar in ku bêdeng nemînin. Em dest ji windahiyên xwe, lêgerîna edaletê û Galatasarayê bernadin. Em bi hêz û wêrekiyê li ber neheqiyan rabin û li dijî hemû zextan li ber xwe didin.”
 
POLÎSAN LI ROJNAMEVANAN DAN
 
Piştî daxuyaniyê rojnamevanan pirs ji Bûldan kirin. Polîsan destûr neda û li rojnamevanan dan. 
 
Piştre şandeya siyasetmedaran ji qadê veqetiya. 
 

Sernavên din

12/12/2023
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike
10:01 Çapraz a ÎHD’î: Divê demildest şandeyên serbixwe bişînin Îmraliyê
10:00 Qeyûm tevahiya parên şaredariyê yên li du herêman dewrî walîtiyê kir
09:19 Ji rojnamevan Ehmed 49 roj in agahî nayên girtin
09:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 16’an de didome
09:12 Sedema cezayê hefsê yê 7 sal û 6 mehan: Axaftin, pirtûk û nûçe
09:08 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:06 Zarokên wan di dema qedexeyan de hatin qetilkirin: Em wan rojan ji bîr nakin
09:05 Ji bo çawişê pispor ê destdirêjî li zarokê kirî biryara neşopandinê hate dayîn
09:03 Ji ber DEDAŞ'ê dest ji cotkariyê berdidin
09:02 Xizmên girtiyan: Dibe ku sibe dereng be
09:01 Ji bo keça xwe mala xwe anî Amedê û tev li Nobeda Edaletê bû
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2023'YAN
11/12/2023
21:17 Ji cerdevanên ku tê gotin Gun qetil kirin yek jê teslîm bû
20:40 Rêveberê DEM Partiyê yê di êrişê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
17:44 Der barê êrişa çekdarî ya li hemberî rêveberê DEM Partiyê agahiyên nû
16:25 Nobedên Edaletê didomin: Divê her kes bibe dengê têkoşînê
16:04 Jinên Botanê ji Ocalan re gore û lîf rêsandin
15:33 Darizandina Berdevka DEM Partiyê Dogan hate rawestandin
15:32 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Dê çalakiyên me bi ser kevin
15:31 Îstînafê doza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir
15:00 Tuncel: Pirsgirêka kurd bi Ocalan dikare çareser bibe
14:38 Biryara berdewama girtina Semra Guzelê hate dayîn
14:08 Rêveberê DEM Partiyê di êrişê de jiyana xwe ji dest da
13:52 Tundiya polîsan a li dijî rojnamegeran: Gelek caran kulm li dilê min dan
12:57 ‘Midûriyeta perwerdeyê gef li kesên dixwestin Noel’ê pîroz bikin xwar’
11:45 Îsraîlê êrişî Şamê kir
11:39 Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘DEM Partî’
11:23 Li gorî TUÎK’ê hejmara bêkaran kêm dibe!
11:12 Saritaş: Ji bilî yekitiyê tu rêyên me nînin
10:44 Cendirmeyan dîsa êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Ji bo rojnamevanê hatiye revandin banga hestiyariyê li rêxistinên pîşeyî kir
10:17 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:16 Fîncanci: Neberdana girtiyên nexweş îşkence ye
10:07 ‘Em ê Doza Kobanê vala derxînin û sûcê îktîdarê teşhîr bikin’
09:31 Ji rojnamevan Ehmed 48 roj in agahî nayên girtin: PDK ji jiyana wî berpirsyar e
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 15’an de didome
09:27 Li ser angaştên pûç HDP dîsa tê darizandin
09:11 Serokê ÎHD’ê Yilmaz: Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê bi çareserkirina meseleya kurd pêkane
09:09 Li Rojava Rêzimana Kurmancî ya nû: Armanc standartkirina zimanê nivîskî ye
09:05 Wasiyê Abdullah Ocalan: Divê li dora daxwaza azadiyê bibin yek
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:10 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bibin dengê azadiyê” derket
10/12/2023
22:53 Ciwanan tecrîd şermezar kirin
22:48 Li Şirnexê xwendekarê 17 salî xwe kuşt
21:45 Bakkalci: Mirovahî dê rêyeke nû bibîne
21:03 Ocalan di şahiya ciwanan de axivî: Werin em bi pêşengtiya ciwanên xwe vê têkoşînê mezin bikin
20:15 ANKA-DER’ê li Enqereyê konserek li dar xist
18:15 Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin
17:37 Li Rihayê li ber miduriyeta polîsan şer derket: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
17:32 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan tevî tecrîdê belavî cîhanê bû
17:02 Mitînga ‘Tirkiyeya demokratîk’: Em ê teslîmî tarîtiyê nebin
16:16 Zaroka 13 salî bi zilamê 28 salî re hate nîşankirin
16:13 Hat îdiakirin ku kesê di wesayîta wî de hişbir hatiye girtin çawişê pispor e
16:06 Teqawidan li Enqereyê mitîng li dar xistin
15:29 Ciwanan gel vexwend şahiya 'Vejîneke Ciwan'
15:28 Li 4 bajaran heman daxwaz: Ji Abdullah Ocalan re azadî
15:06 Li Meksîkayê Konfederalîzma Demokratîk hate nîqaşkirin
15:03 Di Roja Mafên Mirovan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bang hate kirin
14:48 'Heta birêz Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome!
14:09 Parêzer Yureklî: Îmrali laboratuara demokrasiyê ye
13:46 Delegasyona Jinê çû serdana Komeleya Dema Jinê
13:18 Qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bibîranîn
11:49 Li Zonguldakê hezaz: Cenazeyên dayik û kurê wê hatin dîtin
11:40 Binpêkirina maf a herî mezin li Îmraliyê tê kirin
11:39 Li Colemêrgê erdhej çêbû
11:17 Hejmara 41’an a Kovara Jînê derçû
11:16 Îşkenceya di dema binçavkirinê de vegotin
10:50 Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye
10:28 Ji rojnameger Silêman Ehmed 47 roj in tu agahî nayên girtin
10:18 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 14’an de didome
10:17 Ji bo girtiyên nexweş dê Nobeta Mafê Mirovan were girtin
10:08 Di nava du salan de li Rihayê 32 jin hatin qetilkirin
09:10 Yalçin ê OHD'î: Dê serlêdanên me yên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bidomin
09:08 Karul a ku 86 rojan di greva birçîbûnê de ma: Em bi têkoşîneke topyekûn bibin dengê girtiyan
09:06 ‘Bila Bîrdariya Mafên Mirovan a ku wesayît lê qelibî bê çêkirin'
09:03 Qafeyên ku qeyûm bi milyonan lîreyan çêkir dilopan dikin
09:02 Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:23 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: 17 hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dan
09/12/2023
20:12 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Xwedî li axa xwe derkevin
17:11 Rojnamevan Elfazî Toral hate berdan
17:04 Bakirhan Dergaha Garîp Dede ziyaret kir
17:01 Ji Nobetên Edaletê banga wijdanî: Divê herkes xwedî li çalakiyan derkeve