AMED – Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya Amedê starta 1’ê Gulanê da û li dijî rejîma OHAL’ê banga beşdariya 1’ê Gulanê kir.
Li Amedê bi pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê dê li Qada Îstasyonê bi şîara “Em ê rojên xweş bibînin” mitînga 1’ê Gulanê bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a 1’ê Gulana Amedê ku ji van saziyan pêk tê, bi boneya starta mitîngê li avahiya Şaxa Genel-Îş’ê ya Jimara 1’an a Amedê civîna çapameniyê li dar xist. Endamên komîteyê di civînê de amade bûn. Serokê Komîteya Amadekar Mehmet Şîrîn Gorbuz axivî û ragihand ku wan dest bi amadekariyên 1’ê Gulanê kiriye.
‘PÊDIVIYA CIVAKÊ BI ARAMIYÊ HEYE’
Gorbuz destnîşan kir ku bi OHAL’ê re li Tirkiyeyê demokrasî xelas bûye û polîtîkaya şer ketiye dewrê û got: “Li welat her tişt ber bi xerabûnê diçe. Li welat pêdiviya civakê bi aramiyê heye. Tu kes ne di bin mîsogeriyê de ye. Bi KHK’iyan li dij hiqûqê hemû karker û kedkaran ji kar derxistin. Em ê li dijî şer û pergala yek zilamî li qadan bin.”
Gorbuz di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya 1’ê Gulanê û xwest ku hemû kesên edalet, aştî, demokrasî, ked û azadiyê daxwaz dikin beşdarî 1’ê Gulanê bibin.