STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, xwest bi lez hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û endamên hevparên wan ên girtî serbest bên berdan. Koçyigît, anî ziman ku kesên şer dixwazin, hewl didin qêrîna ji bo mirovahiyê bifetisînin.
HDK, KCD, HDP bi boneya Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu û Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst Fadîme Çelebî yên di 9'ê Sibata 2018'an de li dijî şerê Efrinê hevpar daxuyanî dan û hatin girtin, bên berdan li Navenda Giştî ya HDK’ê ya li Taksîmê civîna çapameniyê pêk anîn. Li salona civînê pankarta “Ji Hevberdevkê me Onur Hamzaoglu re azadî" vekirin. Di civînê de hevparên HDK'ê û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amada bûn.
Di civînê de hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, diyar kir ku li dijî siyasetmedaran û li dijî gelan êrîşên pir dijwar heye û wiha got: “Di 9'ê sibata 2018'an de bi fermana Serdozgerê Komarê yê Enqereyê hevberdevk û endamên heparên me jî di navde 7 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û hatin girtin. Di 16'ê Sibatê de derxistin pêşberî dadgehê û Berdevkê me Onur Hamzaoglu û Fadime Çelebi di 17'ê Sibatê de hatin girtin û şandin Girtigeha Sincanê. Hevalên me yên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Hevalên me xwestin balê bikişînin ser şerê li Efrînê û felaketa piştî şer. Hevalên me li dijî her cureyên şerê bi îtîfaqa AKP-MHP'ê pêş dikeve derketin. Lê mixabin vê îtifaqa şer ya ku ev nerazîbûn tehamûl nekirin, xwestin qerîna mirovahiyê bifetisînin. Ev operasyona encama faşizmê ye."
Serokê Giştî yê Partiya Devrîmcî Musa Pîroglu jî diyar kir ku di heman operasyonê de hat binçavkirin û wiha got: "Ji wê rojê û şûnde geşedanên derketin pêş em mafdar derxistin. Dixwazin li Rojhilata navîn dojehekê ava bikin."
Berdevka SKM'ê Beycan Taşkiran jî diyar kir ku dijberiya polîtîkayên şer bi taybetî berpirsiyariya jinan û bi giştî berpirsiyariya hemû gelan e û wiha got: “Du bijartekên li Rojhilata Navîn pêş ketin de Şorşea Rojava nîşanî me da ku bijarteka azadiya jinê û ekolojîk li pêş e. Em dê li dijî êrîşên li ser şoreşê dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna azadiya jinê dê tu carî raneweste."
Endama Hewldana 78'an Nimet Tanrikulu jî anî ziman ku mafê siyasetê tê rawestandin û wiha got: "Divê em têkoşîna hevpar xurt bikin. Em çiqas yekîtiyê xurt bikin dê meşa me ya azadiyê ew qas dirêj be."