DÎLOK – Kesek hat binçavkirin dema polîsan ew ji bo kontrola tenduristiyê dibir nexweşxaneyê, di nav polîsan de rastî êrîşa çekdarî hat.
Li ser Kolana Zafer a taxa Yaprak a navçeya Şahînbeya Dîlokê polîsan di kontrola rê de kesê bi navê U.B. bi hinceta der barê wî de biryara girtinê heye binçav kir. Polîsan, ji bo kontrola tenduristiya U.B. dema birin nexweşxaneyê, di nav koma polîsan de rastî êrîşa çekdarî hat. Bûyer li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîtkamîl pêk hat û U.B. birîndar bû.
U.B. li nexweşxaneyê hildan bin dermankirinê û kesê êrîş kir ji cihê bûyerê reviya.