HATAY – Li Îskenderûnê kesê bi îdiaya îstîsmarî zarokê 15 salî yê astengdarê mêjî kir hat girtin.
Li taxa Dumlupinar a navçeya Îskenderûnê ya Hatayê kesê bi navê M.A. yê îstîsmarî zarokê 15 salî yê astengdarê mêjî kir, polîsa ew binçav kir.
Bersûcê îstîsmarkar piştî îfade da Miduriyeta Polîsan a Îskenderûnê derxistin edliyê. Dozger îstîsmarkar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û li dadgehê hat girtin. M.A. şandin Girtîgeha Îskenderûnê.