Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin

  • rojane
  • 10:24 14 Hezîran 2023
  • |
img
AMED - Girtiyê bi navê Suleyman Ayaz ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, bi nexweşiya osteoporozê ketiye. Ayaz, ji bo testê bike daxwazname da rêveberiya girtîgehê lê hate redkirin. 
 
Girtiyê bi navê Suleyman Ayaz, 18 saliya xwe de di dema qedexeya derketina derve ya Sûr a Amedê de hate girtin ku di 28’ê mijdara 2015’an de hatibû ragihandin. Di dozê de li Ayaz 31 sal cezayê hefsê hate birîn. Piştî erdhejên Mereşê jî ji Girtîgeha Tîpa D a bi Ewlekariya Bilind a Amedê sewqî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê hate kirin. Ayaz, binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê li dijî wî tên kirin bi malbata xwe re parve kir û xwest ku parastvanên mafên mirovan û parêzer biçin serdana girtîgehê. 
 
Talezî Ayaz, bi kurê xwe re axivî û binpêkirinên li girtîgehê vegot. Dayik Ayaz, da zanîn ku kurê wê ji ber nexweşiyan bi zor û zehmet diaxive û ev agahî dan: “Pirsgirêka wî ya rûviyan û bêhnkurta wî heye. Ji min re got; ‘dayê cihê me gelek tenge, êdî nikarim bêhnê bistînim.’ Kîloya kurê min beriya niha gelek baş bû. Lê niha zeîf bûye, nikare xwarinê bixwe û got ku nikarin serê xwe bişon. Ditirsim ku nexweşiyên wî girantir bibin. Heke tiştek bi kurê min bibe dê dinyayê xerab bikim. Di 18 saliya xwe de kete girtîgehê lê niha weke kesekî 50 salî xuya dike. Ev 8 sal in bi şev û roj digirîm. Êdî di çavên min de rondik neman.” 
 
GIRTÎGEH DÛR E, NIKARE BIÇE HEVDÎTINÊ
 
Bi domdarî Ayaz anî ziman ku dema kurê wê li Amedê dikariyan biçin serdanê û wiha pê de çû: “Me hem di dît hem jî li ser telefonê pê re diaxiviyam. Dixwazim kurê min bînin bajarekî nêz. Dema kurê min li vê derê, li ser telefonê 20 deqeyan pê re diaxiviyam. Lê niha tenê 10 deqeyan destûrê didin. Hêj gotinên me temam nebûyîn telefon tê qutkirin. Ji bo dîtina wî em diçin cihekî dûr. Rewşa me ya aborî baş nîne. Zarokekî min ê ji sedî 96 astengdar heye. Çûna wê derê me zêde dide zorê. Min rapora zarokê xwe yê astengdar şand û min got rewşa min rê nade bêm serdanan. Lê tiştek nekirin.” 
 
JI BO PITIK JÎ LÊGERÎNA TAZÎ KIRIN
 
Di berdewamê de Ayaz bal kişand ser zehmetiya hevdîtina 4 meh piştre û ev agahî parve kir: “Roja yekşemê bi şev saet 22.00’an de em bi rê ketin. Serê sibehê saet 06.00’an gihiştin wê derê. Hevdîtin saet di 15.00’an de bû. Ez, kurê min û keça min çûn. Keça min ji neçarî neviya min a 6 mehî jî anîbû. Beriya bigirin hundir, li ser me tevan lêgerîn kirin. Lê neviya min a 6 mehî tazî kirin û lêgerîn kirin. Hindik mabû zarok di nava lepên wan de ser hişê xwe biçe. Nehiştin em xwe nêzî pitik bikin. Bi nefretê pitik lêgerîn dikirin. Piştre jî bîberonê pitikê standin û gotin ‘qedexe ye.’ Me got ma dê çi ji bîberonê pitikê derkeve. Em li dijî wan derketin û wisa dan. Heta ku em vegeriyayîn Amedê jî pitik bi ser xwe ve nehat.”
 
DAXWAZA TESTA HESTÎ NEHAT QEBÛLKIRIN
 
Ayaz, got ku yek ji nexweşiyên kurê wê jî osteoproz e (helana hestiyan) û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurê min di temenekî biçûk de kete hefsê û hestiyên wî dihelin. Bijîşk got ku divê testa hestiyên wî were kirin. Wî jî ji bo testê daxwazname da rêveberiya girtîgehê lê ev daxwazname red kir. Tekane daxwaza kurê min ew e ku parêzer pê re eleqeder bibin û daxwaznameyên xwe bi rêya parêzeran bişîne. Bila biçin serdana kurê min û girtiyên din. Heke tu tiştekî nekin jî qet nebe dê zarokên me xwe baş hîs bikin. Me têkildarî binpêkirinên li vê girtîgehê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.”
 
Ji bo binpêkirinên heyî em li rêveberiya girtîgehê geriyan lê bersiv nedan telefona me. 
 

Sernavên din

16/06/2023
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn
13:48 6 meh in dengê kurê xwe yê girtiyê nexweş nebihîstiye
13:42 Danişîna endama Akademiya Jinan Aras hate taloqkirin
13:42 Di doza qetilkirina penaberan de bersûc parêzerê xwe ezl kir
13:21 Rojnameger Turay hate tehliyekirin
13:14 Danişîna kesên ku biryara beraeta wan hatibû xerakirin hat lidarxistin
13:06 Hejmara leşkerên Şamê yên di êrişa SÎHA’yê de mirîn bû 5
13:05 Olûç: Tu hevalên me serî netewand û wê netewînin jî
13:04 Keştiya penaberan noqî avê bû: 17 kes mirin
12:32 Li hunermend Îlyas Arzu 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:17 Ferdên Malbata Şenyaşar di salvegera 5’emîn de hatin bibîranîn
11:56 Nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê civiyan
11:42 Di pêvajoya ‘bêçalaktiyê’ de 4 hezar û 848 caran bombebaran hatiye kirin
11:35 Nivîskar Ayhan Erkmen dê Çîrokên Xorasanê vebêje
11:12 Doz li polîsê rojnamevan Batmaz derp kiribû hate vekirin
11:12 Tirkiyeyê êrişî Şehba û Şêrawayê kir: Leşkerekî Şamê hat kuştin
10:45 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
10:34 Piştî hilbijartinê telîsê arvan 150 lîre bihatir bû
10:30 Gelo dê hevşaredar Ahmet Kaya vegere ser wezîfeya xwe?
10:24 Daxwaza testê ya girtiyê hestiyên wî dihelin tê astengkirin
10:04 Sadak: Divê kurd xwe bikin yek û li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin
10:03 Sonmez: Piştî hezîranê pêleke nû ya zemê tê
09:09 Li Nexweşxaneya Diranan a Zanîngeha Dîcleyê mobbîng