ŞIRNEX – Hat îdiakirin ku HPG’ê li çoltera gundê Gitera yê bi ser navçeya Elkê ve 8 cerdevanên ji bo berhevkirina pincarê çûn çolê, dest danî ser çekên wan.
Li gundê Gitera ya li çoltera Çiyayê Kato ku bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve ye, 8 cerdevan ji bo berhevkirina pincarê çûn çolê. Hat zanîn ku endamên HPG’ê dest danî ser çekên cerdevanan. Hat hînbûn ku bûyer pêr pêk hatiye û cerdevanên çekên wan ji wan hatine sitendin çûne serî li qereqola gund dane û îfade dane leşkeran.
Hat gotin ku cerdevanan ji xizmên xwe re wiha gotine: “Dest danîn ser çekên me û me berdan. Xwestin cerdevanên gund dest ji çekan berdin.”