ENQERE- Di roja 336’an a çalakiya “Em karê xwe dixwazin” ku ji bo piştevaniya bidin Gulmen û Ozakça tê lidarxistin, de polîsan bi awayekî tund mudaxileyî çalakiyê kir. Di mudaxileyê de çend deqîeyan bênavber Saçilik hat derbkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semih Ozakça ku bi KHK’ê ji karê xwe hatibûn îxrackirin û paşê hatibûn girtin, di roja 216’an de didome. Her wiha di roja 336’an a çalakiya “Em karê xwe dixwazin” ku ji bo piştevaniya bidin Gulmen û Ozakça tê lidarxistin, de dubare polîsan bi awayekî tund mudaxileyî çalakvanan kir.
8 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Çalakvanan xwest li ber Peykerê Mafên Mirovan ku bi barîkatên polîsan hatiye dorpêçkirin daxuyaniyê bidin, lê polîsan destur neda. Li ser vê çalakvan li Kuçeya Konûrê hatin gel hev. Lê belê polîsan mudaxileyî çalakvan kir. Di dema mudaxileya tund a polîsan de ji çalakvanan 8 kes hatin binçavkirin. Polîsa çalakvanên hatin binçavkirin derb kirin û her wiha dora Velî Saçilik ku yek ji remza berxwedana Yukselê ye girtin û çend deqîqeyan bênavber ew derb kirin. Çalakvanên hatin derbkirin, paşê bi zorê li wesayîta polîsan hatin siwarkirin û binçavkirin.
Her wiha polîsan heqaret li rojnamegerên ku bûyerê dişopandin kir.