Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin

  • rojane
  • 09:59 9 Hezîran 2023
  • |
img
ÊLIH - Firat û Emrah Nebîoglû birayên hev in, girtiyên nexweş in û nayên tewdawîkirin. Firat sewqî nexweşxaneyê nayê kirin û Emrah jî tevî ku ji sedî 94 astengdar e nayê tehliyekirin. 
 
Firat (24) û Emrah (30) Nebîoglû yên birayên hev li Êlihê di dîrokên cuda de tên girtin. Tevî ku rewşa tenduristiya wan xedar e jî nayên berdan. Firat di sala 2015’an de tê girtin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 11 sal û 7 meh cezayê hepsê lê tê birîn. Firat heta niha li girtîgehên Êlih, Gumuşhane, Xarpêt maye û niha li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê ya Ewlehiya Bilind tê ragirtin. Firat Nebîoglû felc bûye û ji sedî 92 rapora wî ya astengdariyê heye. Bi Firat re nexweşiya gurcikê heye û ew nexweşê diyalîzê ye û her wiha nabîne û deng jî baş naçê. 
 
DONOR HAT DÎTIN LÊ SEWQA WÎ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Firat ji ber nexweşîna gurcikê rakirine Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê û rapora “nikare di hepsê de bimîne” danê. Lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) di 14’ê adara 2022’yan de rapora “dikare di hepsê de bimîne” dide. Du gurcikên Firat Nebîoglû nemane û ji bo gurcik jê re bê neqilkirin 3 caran serlêdan hat kirin lê bê bersiv hat hiştin. Desteya Îhtîsasê ya ATK’ê hema bêje tu nirxandinek klînîkê nekiriye û kurtahiya raporên xwe berê derxistiye û di 14’ê adara 2022’yan de biryar girtiye ku girtiyê nexweş dikare di şert û mercên hepse de bidomîne. Firat hefteyê du caran diçe diyalîzê û tevî ku donora li gorî wî heye jî lê daxwaza sewqa ji bo nexweşxaneyê bêbersiv hat hiştin. 
 
JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E LÊ TÊ GIRTIN 
 
Emrah Nebîoglû jî di xwepêşandanên ji bo piştevaniya Kobanê yên di sala 2014’an de gule li serê wî dikeve, birîndar dibe û felc dibe. Paşê derbarê wî de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz tê vekirin û 7 sal û 3 meh cezayê hepsê lê tê birîn. Niha ew li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa S’yê girtî ye û cezayê lê hatiye birîn hê jî li Dadgeha Bilind li benda lêkolînkirinê sekinî ye. Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê rapora astengiyê ya ji sedî 94 dide Emrah Nebîoglû. Nexweşînên wek tansiyonê lê peyda bûye û her wiha her tim bêtaqet dimîne û çavê wî şaş dibin û deng kêm diçê. 
 
BANG LI RAYA GIŞTÎ DIKE 
 
Rahîme Nebîoglû ku du kurên wê di girtîgehê de ne diyar kir ku her du kurên wê jî bi mirinê re rûbirû mane û ji bo berdana lawên xwe banga hestiyariyê li raya giştî kir. Nebîoglû anî ziman ku ew neheqiya li zarokên wê tê kirin wek “bêwîjdaniyê” pênase dike û wiha got: “Hevjînê min ji ber nexweşiya gurcikan mir. Bila zarokên min ji vê nexweşiyê nemirin. Bila bi lezgînî gav bên avêtin. Zarokên min bi neheqî hatin girtin. Ev ne bes e, mafên wan ên jiyanê jî ji destê wan hatine girtin. Firat li ser delîlên razber hat girtin. Lawê min bi saxlemî ket girtîgehê û niha nexweş û rewşa wî xedar e. Îdareya girtîgehan bi awayên kêfî nêzî zarokên min dibe. Tevî ku gurcikên lawê min tune ne jî destûr nadin ku gurcik ji bo wî bê neqilkirin. Me serî li ku da, derî li rûyê me girtin. Ez naxwazim lawê min li girtîgehê bimire. Lawê min bidin min, em ê wî tedawî bikin. Di malbatê de yên ku gurcikên wan lê tên hene. Ji bo ew gurcikên xwe bidin amade ne.” 
 
‘BILA JI GIRTÎGEHAN CENAZE DERNEKEVIN’ 
 
Nebîoglû anî ziman ku lawê wê Emrah jî tevî ku nexweş e nayê berdan û wiha got: “Em li bendê bûn ku Firat were berdan, lê Emrah jî hat girtin. Emrah ji bo Firat were berdan gelek têkoşiya. Lê ew jî bi halê xwe yê nexweş hat girtin. Niha her du lawên min jî li girtîgehê ji bon emirin li ber xwe didin. Rayedar tu bersivê nadin daxwazên me. Gelo çawa çêdibe ku du mirovên nexweş di girtîgehê de tên ragirtin. Bila ev îşkence bi dawî bibe. Ez li vir bang li hemû kesên xwedî wîjdan dikim. Bila cenazeyên zarokên min û girtiyên din ji girtîgehan dernekevin. Bila ji bo berdana zarokên min bikevin nava hewldanan.” 
 
MA / Fethî Balaman
 

Sernavên din

11/06/2023
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin