Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin

  • rojane
  • 09:45 8 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol diyar kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe mimkin nîne ku Tirkiyeyeke nû were avakirin. Têkildarî encamên hilbijartinê jî Aykol wiha got: “Sedema dengwindakirina Partiya Çepên Kesk, nebaş nîqaşkirina pirsgirêka kurd e.” 
 
Partiyên siyasî yên encamên hilbijartinan nirxandin, ji bo diyarkirina xeta têkoşîna polîtîk a rojên pêş nîqaşên xwe didomînin. Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku hilbijartin ji nêz ve dişopand, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
Aykol, bal kişand ser pêvajoya Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Milet piştî encamên hilbijartinê daye destpêkirin û wiha got: “Tifaq, di hilbijartinan de têk çûn. Di vê mijarê de xwe rexne dikin. Pêvajoya kongreyan dan destpêkirin. Lê gotina dawî ez di serî de bikim; divê em nêzikatiya ‘gelo me tu sûcê diz tune ye’ her tim di hişê xwe de bihêlin.” 
 
‘HILBIJARTINA LI DIJÎ HEMÛ HÊZÊN DEWLETÊ’
 
Bi domdarî Aykol, anî ziman ku ne li dijî Tifaqa Cumhur lê li dijî hemû hêzên dewletê hilbijartin hatiye kirin û wiha domand: “Encama amadekariyên pênc salan e. Anketan digot ku Kiliçdaroglû dê bi ser keve. Bêguman bi saya piştgiriya Partiya Çepên Kesk. Lê di nava wan pênc salan de doza girtinê li HDP’ê vekirin, Doza Kobanê hate desptêkirin, li dijî cenazeyên PKK’iyan êriş hatin kirin û xwe gihandin encamekî wiha. HDP’ê weke dijmin nîşan didin, krîmînalîze dikin. Lewma di hedefa îktîdarê de ye. Dixwazin rola HDP’ê qels bikin. Ev ne tenê ji hêla CHP’ê ve lê ji hêla TÎP’a ji xwe re dibêje sosyalîst jî hate kirin.” 
 
‘ERDOGAN NEKARÎ VÎZEYÊ JI KURDAN BIGIRE’
 
Di berdewamê de Aykol anî ziman ku HDP bi navê Partiya Çepên Kesk kete hilbijartinê û bi vê yekê re êrişa li dijî xwe vala derxistiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî hêza me ya medyayê jî me nekarî Partiya Çepên Kesk baş bi gel bidin fêmkirin. Heta li hinek bajarên Kurdistanê bi sedan kesan li şûna Partiya Çepên Kesk, dengê xwe dan Partiya Çep. Di dawiya dawî de tifaqa AKP-MHP’ê berhema xebatên xwe yên pênc salan wergirt. Lê tevî van jî Erdogan nekarî li bajarên kurdan deng bigire. CHP û şirîkên wê jî li bajarên mezin nekarîn serkeftinekê bi dest bixin.” 
 
'LI TIRKIYEYÊ NIHA SÊ WÊNE HENE’
 
Rojnameger Aykol, bi lêv kir ku piştî hilbijartinan li Tirkiyeyê sê wêne derketine holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya yekemîn; bajarên kurdan bi temamî ji Erdogan re gotin ‘na.’ Ya duyemîn; bajarên rojava yan jî li bajarên mezin girseyeke laîk a ku CHP û şirîkên wê bandor lê kiriye hene.  Ya sêyemîn; îktîdara heyî bi qasî nehatiye dîtin kete ser xeta rastgir a MHP’ê û xeta ku hema hema em dikarin jê re bibêjin xeta DAIŞ’ê. Sê avadaniyên wiha hene. Nîviya vê avadaniyê îktîdar û nîviya din jî dijberên wê ne ku dikarin înîsiyatîfên sivîl pêş bixin û zorê bidin îktîdarê. Heke rewşeke zêde cuda çênebe dê ev muxalefet di hilbijartinên herêmî de jî bajarên mezin nede îktîdarê. Belkî jî vê hejmarê zêde bike. Ji ber ku îktîdarê xirbeya aboriya hilweşandî dewr girt. Lewma hewl dide bi kabîneya nû xwe ji vê rewşê rizgar bike.” 
 
‘EM BI ÎKTÎDAREKE SIVÎL A FAŞÎST RE RÛ BI RÛ NE’
 
Aykol, polîtîkayên îktîdarê û yên serdema 12’ê Îlonê da ber hev û ev nirxandin kir: “12’ê Îlon, dîktatoriyeke faşîst a leşkerî ye. Generalan dest danîn ser rêveberiyê, partî girtin, mirov bi darve kirin û 550 hezar kes xistin zindanan. Weke dîktatoriyeke herî faşîst a cîhanê di dîrokê de cih girt. Min ew sal jiyan. Hatim îşkencekirin û di girtîgehê de mam. Li girtîgehên herî xerab ên Tirkiye û cîhanê mam. Em dikarin bibêjin ku îro em bi îktîdareke sivîl a faşîst re rû bi rû ne. Wan rojan em qet bêhêvî nebûn. Lewma divê em îro jî xwe bêhêvî nekin. Hinek dibêjin; ‘hatin, bi cih bûn, zehmete ku em cihê wan biguherînin, tenê em ê dua bikin ku Erdogan bimre û dê xwe li benda wê bigirin.’ Na, wisa nîne. Tirkiye herî kêm dabeşî 3 parçeyan bûye. Lewma divê em xwe bêhêvî nekin. Aborî xerabe, NATO jê hez nake, ji cîhanê hatine îzolekirin û karê wan gelek xerab e. Têkoşîna li dijî vê îktîdarê rewa ye. Lewma divê mirov bêhêvî nebe.”
 
PIRSGIRÊKA KURD
 
Aykol, ji bo polîtîkayên ku divê muxalefet bişopîne jî ev tişt anî ziman: “Partiya Çepên Kesk û CHP dibêjin; gelo Tirkiye dikare çawa were afirandin? Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe tu şensên Tirkiyeyê nînin. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe dê aştî neyê vî welatî û aborî pêş nekeve. Pêvajoya çareseriyê hate bidawîkirin, îktîdar li polîtîkaya şer vegeriya. Lewma me nekarî di vê hilbijartinê de li ser çareseriya pirsgirêka kurd biaxivin. Her wiha CHP’ê gotibû; ‘ez ê vê pirsgirêkê li meclisê çareser bikim, muxatabê min jî HDP’a li Meclisê ye.’ Lê me nekarî li ser vê helwestê biaxivin. Dev ji axaftinên li ser vê mijarê berdin, her du alî gihiştin astekî wiha ya kambax; ‘ez dikarim ji te baştir kurdan bikujim.’ Me nekarî pirsgirêka kurd bikin rojev û li ser nîqaşan bikin. Windahiya me ya di hilbijartinê de, encama wê ye ku me nekarî pirsgirêka kurd bidin nîqaşkirin, me xerab nîqaş kir.” 
 
‘ÇEPÊN KESK PARTIYA GEL E’
 
Herî dawî jî Aykol ev tişt anî ziman: “Li gorî min divê Partiya Çepên Kesk mijara rexnekirin-xwerexnekirinê li ser medyaya civakî nemeşîne. Ji ber ku medyaya civakî mîna çiravê ye. Gelek hesabên sexte hene ku xwe weke endamên partiyê nîşan didin. Partiya Çepên Kesk, HDP û partiyên beriya wan partiyên gel û kolanan in. Divê ev nîqaş li rêxistinên bajaran bên kirin û li wir bên desptêkirin. Hevserokên giştî gotin ku dê îstîfa bikin. Lê pirsgirêk ev tenê nîne. Pirsgirêk ew e ku çareserkirina pirsgirêka kurd nekir mijara sereke ya hilbijartinan. Di vê mijarê de kêmaniyên heyî divê bên vegotin. Her wiha xelk dixwaze namzetên wan ji herêmên wan bin. Dixwaze rêveberê bajar û navçeyê yê her roj bi hev re li kolanê bi hev re lêdanê dixwe weke parlamenter bibîne. Bi qasî ji dest hatî hewl dan pêşniyarên herêman bigirin û lîsteyan wisa amade bikin. Lê wisa xuya dike ku lîsteyên vê carê hinek kêm û xelet hatina amadekirin. Weke mînak, li Enqereyê ev yek çêbû. Ya din jî gel dixwaze wan rû bi rû bibîne. Tevî hemû êrişan jî HDP di bin navê Partiya Çepên Kesk de kete Meclisê, bû sêyemîn mezintirîn partî. Ev, serkeftineke mezin e. Lê dikariya baştir bûya. Divê nêzikatiya esasî, têkoşîna hevpar a gelê kurd be û nîqaş li ser vê bên kirin.” 
 
MA / Firat Can Aslan
 

Sernavên din

11/06/2023
09:00 Rihayiyan encamên hilbijartinê nirxandin
09:00 ROJEVA 11’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
10/06/2023
21:33 Ji KCD'ê banga ji bo Arasan
20:49 Agir bi 700 donim zeviyê genim ket
20:09 Nûnertiya HDP’ê qetilkirina Arasan şermezar kir
18:42 Li Êlihê panela der barê xebatên akademîk ên kurdî de
18:32 Dayikên Şemiyê hatin berdan
18:06 Komeleya Wêjekarên Kurd 2'yemîn kongreya xwe li dar xist
17:56 Li Cûdiyê dar tên birîn
16:16 Bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Panosê dan
15:51 ÎHD: Dawî li qedexeya li Qada Galatasarayê bînin
15:51 Li Cizîre hejmara binçavkiriyan gihişt 15'an
15:47 Mexdûrên erdhejê: Bila fatûreyên hatine birîn bên betalkirin
15:37 Bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş Balci, Poyraz û Sari
14:47 Rojnamevan Firat Can Arslan hate berdan
14:47 Ji bo doza Komkujiya Garê bang hate kirin
14:06 Xizmên Windayan li kujerên Gok û Akbulut pirsîn
13:42 Bayindir: Em ê bi guhdarkirina gelê xwe têkoşînê mezin bikin
13:36 Çalakiya Dayikên Şemiyê vê carê jî bi hinceta maça Lîga Şampiyonan hat astengkirin
13:12 Sancar: Em ê berpirsiyariya xwe bêkêmanî bicih bînin
11:34 Li Mêrdînê heqê rê hat bihakirin
11:29 Dadgehê biryara qedexeya Meşa Gemlikê ya Walîtiyê betal kir
10:46 Li Enqereyê di fabrîkaya roketan de teqîn: 5 kes mirin
10:38 Di debra genim de pirsgirêka cotkaran a depoyê heye
10:36 Malbata Şenyaşar: Divê lêborînê ji edaletê bixwazin û dest bi kar bikin
10:14 Rojnamevan Muftuoglû binpêkirinên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan nivîsand
09:56 Rojnamevan Arslan sewqî edliyeyê kirin
09:29 Ji ber ‘sindoqa winda’ doz li rojnamevan Kanbal hate vekirin
09:03 Kuçeyên Amedê ji zarokên tên xebitandin xalî nabin
09:01 Ajokar: Dixwazin mesrefên hilbijartinê ji berîka me derxin
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:32 Huseyîn Arasan ê êrişa çekdarî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
08:27 Li Mêrdînê karkerê ku pano bi ser de ket jiyana xwe ji dest da
09/06/2023
20:47 Danişîna doza zaroka hat qetilkirin hat taloqkirin
17:54 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:38 Rojnameger Arslan 3 roj in di bin çavan de ye
15:30 Daneyên kesane li ser înternetê hatin belavkirin
15:21 Li Meclisê daxuyaniya ji bo Erdem Aşkan: Berpirsyarên wê derxin holê
15:18 Şenyaşar li Meclisê daxuyaniya ewil da: Bila Wezîrê Dadê xwedî li sonda xwe derkeve
14:21 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran da
14:15 Sercerdevanê ku tundî li hevjîna xwe kir mir
14:10 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:09 DÎSK: Meaş divê li gorî reqamên enflasyona sexte yên TUÎK’ê neyê diyarkirin
13:55 ‘Bila Can Atalay bê berdan’
13:21 Kesê li Silêmaniyê êriş lê hat kirin Huseyîn Arasan e
12:49 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:23 Biryara ‘anîna bi zorê’ ya der barê dayika Şenyaşar de hate rakirin
12:03 Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên helbest û çîrokan amade kirin
11:55 Dayikên Aştiyê hatin berdan
11:47 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:46 Di Doza Kobanê de daxwaza berdanê hat redkirin
11:31 Li Cizîre gelek kes hatin binçavkirin: Polîsan tundî li welatiyan kir
11:17 El Nîno dest pê kir
11:17 Sûîqest li endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê hate kirin
11:03 Sercerdevan hewl da hevjîna xwe qetil bike
10:58 Sarisozen: Îktîdar dê dest bi êrişeke îdeolojîk bike
10:12 Hevşaredarên Panosê hatin binçavkirin
10:12 Ajokarên pereyên xwe wernegirtin kontak girtin
09:59 Du bira ku girtiyên nexweş in terkî mirinê tên kirin
09:51 ‘Em ê bi têkoşîna rêxistinî li dijî tabloya dijberiya jinê bisekinin’
09:35 Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Demîr: Tecrîd bi têkoşînê dikare were bidawîkirin
09:02 Parlamentera ciwan Bêrîtan Guneş: Divê em rêya guherînê bibînin
09:02 Parilti yê ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:02 Gelê Wanê: Divê partiya me di bin sîwanekê de kom bibe
09:02 'Heta meseleya kurd çareser nebe aborî rast nabe'
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:56 Ji bo benzîn û motorînê zem hate kirin
08:48 Erkan weke Seroka Banka Navendî hate tayînkirin
08/06/2023
22:51 Walîtiya Amedê heya 15 rojan herêmeke Licê qedexe kir
22:20 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
20:55 Li Edliyeya Farqînê polîsan îşkence li zarokekî kirin
20:03 Kadîr Şeker hat berdan
19:03 Çawîşê ku Aşkanê pênc salî kuşt hat berdan
18:43 Li îzmîrê 5 jin hatin berdan
17:46 Ji rojnamevan Gok nameyeke 'vala': Gava azadiya fikr û ramanê çêbibe dê bê temamkirin
16:49 Yagiz li Nisêbînê bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin
15:42 Rojnamevan Arslan ji piştevaniya bo rojnamevanên girtî tê sûcdarkirin
14:54 Rapora ÎHD’ê: Wesayîtên zirxî di 15 salan de 44 kes kuştin e
14:43 Ji bo Tarkut ê Şule qetil kirî cezayê muebbeta giran hate xwestin
14:33 Li Amedê sosretiya tenduristiyê: Nexşwexaneyên diranan emanetî teknîsyenan hatine kirin!
14:24 Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin
14:22 Rojnamevan Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Kujerên wî bûne şirîkên AKP-MHP'ê
14:19 Li Mêrdînê jinek hate binçavkirin
14:17 Komîteya Wezîran xwest Yuksekdag û Demîrtaş bên berdan
13:58 Rêxistinên hiqûqê: Can Atalay berdin
13:58 Li Deriyê Gumrukê yê Bajêrgeyê kota hat kêmkirin
13:43 Cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
13:34 Li Antalyayê dayikên aştiyê hatin binçavkirin
12:53 ÎSÎG: Di 5 mehan de herî kêm 730 karker mirin e
12:53 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê li Îzmîrê hate binçavkirin
12:45 Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn
12:39 ÎHD’ê ji bo Aşkan daxuyanî da: Ev ne qeza lê cînayet e
12:05 Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo tevlibûna kongreya xwe bang kir
12:03 Parêzer ji bo biçin cem Ocalan serî li serdozgeriyê dan
11:20 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk çûn serdana rojnamegeran
10:51 Li Efrînê niha jî darên hinaran tên talankirin
10:26 Hunergeha Welat klîbek nû belav kir: Klîb behsa bîranîn û bajarê Qamişlo dike
09:58 Partiya Sewz: Tirkiyeyê li Behdînanê zêdetirî 4 milyon dar biriye
09:51 Dolar rabû, lîreyê tirk bêqîmet bû
09:45 Aykol: Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin nikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin