REQQA - Îro ji sibehê de ye ku li navenda Reqqayê şer berdewam dike.
Li Taxa Nehda, li derdora Nexweşxaneya Wetenî û parka Harûn Reşîd di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên giran rû didin. Di şerên li deverên navborî de, 8 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Her wiha gelek çekên çeteyan jî ketin destên şervanan.
Di heman demê de 4 çeteyên DAIŞ`ê li navenda bajarê Reqqayê xwe radestî şervanên QSD`ê kirin. Di şerê îro de şervanekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da.
Şervanên QSD’ê, li navenda bajêr bi pêş ve.