NAVENDA NÛÇEYAN - 6 rêxistinên navneteweyî, bi armanca piştgiriyê bidin Nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent ku girtî ye û rastî ceza hatiye, nameyên piştevaniyê şandin.
6 rêxistinên azadiya îfadeyê yên navneteweyî yên wekî Article 19, Index on Censorship, Ensîtuya Çapemeniya Navneteweyî (IPI), Pena Navneteweyî PEN (PEN International), PEN Galler (PEN Cymru) û Komeleya Xebatên Hiqûqî û Medya (MLSA), bi armanca piştgiriyê bidin Nûçegîhanê DÎHA Nedim Turfent nameya piştevaniyê şandin. Prz. Veysel Ok û Bariş Oflas di 16'ê Nîsanê de çûn Girtîgeha Wanê û name teslîmî Turfent kirin. Rêxistinên navneteweyî di nameyê de ji bo Nedim Turfent wiha gotin: “Em dizanin ku tu tenê karê rojnamegeriyê dike. Li gel vê yekê tu di bin gefên hişk û şertên dijwar de dîsa karê rojnamegeriyê berdewam dike. Ji ber vê yekê em rêzdariyê nîşanî te didin. Ji ber karê te û sekna te ya bi rûmet em heyranê te ne. Em dixwazin bêjin di serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa de em dê piştgiriyê bidin te. Heta em encamek baş bistînin em ê li pey dozê bin."
Nûçegîhanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent di Gulana 2016’an de hat girtin û di 15'ê Kanûna 2017’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê rastî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat.