Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem

  • rojane
  • 13:45 7 Hezîran 2023
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedar Aynûr Aşan di Doza Kobanê de axivî, bal kişand ser serbixwebûna darazê û ji şandeya dadgehê re wiha got: “We pişta xwe daye cihekî saxlem.” 

Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 20 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 2’yemîn a danişîna 25’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişîna doza ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hate birêvebirin de parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek parêzer amade bûn. 
 
Hin siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn, kesên di girtîgehên cuda de tên ragirtin jî bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Danişîn bi xwendina mutalaaya dozger a têkildarî derbas kirina berçavan a girtinê dest pê kir. 
 
Piştî dozgerê dadgehê mutalaaya têkildarî lêkolînkirina rewşa girtî xwendî, danişîn dest pên kir. Piştre jî endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) ê HDP’ê yê berê Alî Urkut axivî. Urkut got ku Serokkomarê AKP’î propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser Doza Kobanê dimeşîne û bi vê yekê re çanda lînçkirinê diafirîne. 
 
Piştre jî Endamê MYK’a HDP’ê yê berê Alp Altinors axivî û bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Yuksekdag û Demîrtaş. Altinors wiha got: “Bi mutalaaya dozger re derheqê me de qesdekî nû tê afirandin. Hûn biryarên DMME’yê di biryarên xwe yên navberê de bi awayekî keyfî dinirxînin. Li gorî min hûn biryaran naxwînin. Ev biryar, bi dosyayê re eleqedar e. Tê gotin ku divê were tehliyekirin. Di biryarê de navê we hatiye dayîn. Dibêje ‘Şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran.’ Di biryarê de tê gotin ku twîtên HDP’ê ji bo piştevaniya bi gel re ye û bûyerên tundiyê bi vê twîtê re eleqedar nînin. Sûcê min ew e ku min piştgirî daye vê twîtê. Min bi rola HDP’ê ya dê li Tirkiyeyê bawer kir û di kongreyê de bûm endam. Min li wir got dixwazim bikevim MYK’ê û hatim hilbijartin. Li rex we ve qirkirinek tê kirin û hûn li dijî vê bêdeng namînin. Gelo ev e terorîstbûyîn? Ev bûyer mehek û nîv piştî qirkirina êzidiyan a li Şengalê qewimî. Dê tiştê li Şengalê hatin kirin li Kobanê jî bihatina kirin. Ma DAIŞ’ê bi fetwayekê negot; ‘keç û jinên kurdan ji we re helal in?’ Hûn, qirkirinekê didarizînin. Di pîrozbahiya hilbijartinê ya AKP’ê de dirûşmên ji bo darvekirina Demîrtaş tên berzkirin. Dê têkoşîna me ya li dijî vê bidome. Ev dozên kompasê, ev bêhiqûqtî di nava hêzên me yên demokrasiyê de gelek bibandor nînin.” 
 
k‘DOSYEYA TOLHILDANÊ YE’ 
 
Piştî Altinors, siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û da zanîn ku rêveberên pêvajoyê li derve serbest in û ew jî girtî tên darizandin. Ayla Akat Ata behsa pêvajoya wê demê kir û got: “Ev dosyeya em îro jê tê darizandin veguheriye dosyeya tolhildanê.” 
 
AŞAN: ŞANDEYA WE PİŞTA XWE SPARTIYE CIHEK XURT 
 
Piştî Akat Ata, siyasetmedar Aynûr Aşan jî axivî û parastina xwe bi kurdî kir. Aşan anî ziman ku li Tirkiyeyê pirsgirêka tirkbûnê heye û di encama pirsgirêka tirkbûnê de pirsgirêka kurd derketiye holê. Aşan destnîşan kir ku gelê kurd mafên xwe yên wek statûyê, perwerdehiya bi zimanê zikmakî û çandî dixwazin û wiha axivî: “Mafên herî bingehîn û rewa yên kurdan di vê hilbijartinê de jî hatin manipulekirin û krîmînalîzekirin. Daraz neserbixwe ye. Heke daraz serbixwe bûya wê ev doz û hemû dozên din bihatina beraetkirin û her kes bihata berdan. Şandeya we wezîfeya xwe ya wîjdanê bicih neanî. Ji bo ev wezîfe jî bicih were helbet wêrekiyê dixwaze. Nexwê we pişta xwe spartiye cihekî xurt. Lewma hûn vê dosyeyê didomînin. Xalek ji dosyeyê nehat guhertin. Hûn bi awayek ripîrast li jiyanê dinêrin. Fikra we sabît e. Gelo hûn bi bawer in ku wê ev îktidar 5 salan biqedîne? 
 
EZ GILIYÊ SEROKKOMAR DIKIM 
 
Dozger di mutalaya xwe de pêvajoya aştiyê tune dihesibîne. Gelo kê vê pêvajoyê bi rê ve bir? Vê pêvajoya binirx bi gotina ‘haya min jê nîne’ ji holê hat rakirin. Hemû bar jî danîn ser pişta gelê kurd. Di dîplomasiya Tirkiyeyê de tu kes ji xeynî Serokkomar nikar biryarek bide. Ji ber ku em bi îradeyek azad tevger dikin, li vir tên darizandin. Serokkomar bi gotinên xwe Dadgeha Destûra Bingehîn binpê kir, sûc kir. Ez li vir giliyê Serokkomar dikim. Me hemûyan dike ‘kujerê’ 52 kesan. Medya alîgir jî Demîrtaş dikin ‘kujer’ û dixwazin vê bixin ser milê civakê. Ez û hemû hevalên min ên ji vê dosyeyê tên darizandin wek ‘kujer’ hatin ragihandin û lansekirin. Sedema vê jî mutalaya dozger e û helwesta hûn nîşanîm e didin e. Şandeya we jî ji vê yekê berpirsiyar e. Hûn nikarin serbixwe biryarê bidin. Çimkî hin tiştan li we ferz dikin. Lê belê rêyek we din heye. Hûn dikarin li gorî wîjdanê xwe tevger bikin û sadiqbûna wî cubeyên xwe niha dikarin hemû hevalên me tehliye bikin. Ez li benda we me ku hûn biryarek bi vî rengî bidin.” 
 
Piştî navberê dê danişîn berdewam bike. 
 

Sernavên din

08/06/2023
09:04 Bijîşkê girtîgehê girtiyê nexweş derman nekir
09:03 Amedî: Heya meseleya şer çareser nebe aborî rast nabe
09:03 Rojnamevan Gozelyuz: Di Çapemeniya Azad de berdewamî esas e
09:01 Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
09:01 Erdal Kaya: Min xwest ez bi stand-upê valahiya heyî dagirim
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:53 Ayhan û Gokalp hatin definkirin
08:52 Li Sêrtê şer: Leşkerek hat kuştin
07/06/2023
22:05 Meryem Yildirim hat berdan
21:37 Rojên Ma Muzîkê dest pê kirin
19:52 Li Ispartayê mirineke biguman
19:43 Nûman Kûrtûlmûşê AKP'î bû serokê meclisê
19:39 Rojnamevan Arslan birin Kirşehîrê
19:18 Dibe ku ji çar payên Spanyayê sê pay bibe çolistan
18:52 Di êrişa Tirkiyeyê de agir bi kampa Eyn Îsayê ket
18:34 Li Geverê zarokê ku wesayîta zirxî pêl wî kir jiyana xwe ji dest da
18:20 Li Cizîrê malbata ku hatibû binçavkirin hat berdan
18:09 Doza Vartînîsê hat taloqkirin
17:33 Cenazeyên Gokalp û Ayhan radestî malbatên wan hatin kirin
16:07 Tanrikulu yê HDP’yî dîsa nehat berdan
15:43 Di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek çêbû
15:41 Girtiyê ji bo darizandina adilane dest bi rojiya mirinê kirî rakirin nexweşxaneyê
15:40 Rojnamevan Hafiz Akdemîr dê sibê li kuçeya lê hat kuştin were bibîranîn
15:37 Siyasetmedar Mehmet Çîçek jiyana xwe ji dest da
15:22 Ji bo malbat û cerdevanên xwestin tecawizê veşêrin daxwaza cezakirinê
14:46 Têkoşîna edaletê di roja 807’an de ye: Çavkaniya hemû pirsgirêkan bêedaletî ye
13:45 Ji bo şandeya Doza Kobanê: We pişta xwe spartiye cihekî saxlem
13:14 Sala par li Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîne
13:06 Tûran ê HDP’î: Heta ku çavkanî ji bo şer bên veqatandin dê krîza aborî çareser nebe
13:05 Li Rihayê ji bo nan zem hate kirin
13:05 Mutehîdê duyemîn ê Sîteya Ebrar hat girtin
12:54 Parêzer Tûran a bikaranîna çekên kîmyewî anîbû rojevê beraet kir
12:39 Komên paramîlîter li Efrînê 4 kes revandin
12:24 Cenazeyê Akdogan li Wanê hate veşartin
12:17 Meclisa Jinan a HDP'ê û Partiya Çepên Kesk: Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
11:31 Tedawiya zaroka 14 salî ku di pîrozbahiyên hilbijartinê de gule bi serê wê ketibû didome
11:00 Malbatên qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê hatin darizandin
10:45 Şaredariya AKP’yî nivîsand ku Goristana Ermenan çawa tune bûye
10:11 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
10:05 Lîreyê tirk li hemberî dolar her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:04 Kujer hat berdan lê pênûsa Hafiz Akdemîr li erdê nema
10:03 Ciwanê ku hate diyarkirin li Cizîrê întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
10:02 Cînayeta kar a li şaredariyê: Karkerê mirî bêsîgorta hatiye xebitandin
09:52 Jinan ji bo serdema nû banga têkoşînê kirin
09:21 Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin
09:06 Rojnameger Firat Can Arslan hate binçavkirin
09:06 Ozcan: Em ê bi mekanîzmayeke rexneyê ber bi kongreyê ve biçin
09:05 Amedî: Divê di pêvajoya nû de guh li gel bê kirin
09:05 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Dibe ku hin qanûnên Iraqê biguherin
09:04 Banga ji bo danişîna Makbûle Sevînç
09:03 Hevserokê KCDK-E’yê Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:01 16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin
09:00 Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
06/06/2023
20:05 Komeleya Dema Jinê serdana MKGP'ê kir
19:50 Li Bedlîsê 8 kes hatin binçavkirin
18:24 Malbatê cenazeyê Akdogan wergirt
17:28 Li Gabarê qirkirina daran
15:57 CHP’ê biryara kongreyê da
15:23 Dewleta tirk êrişî Çiyayê Guherzê kir
15:04 Şenyaşar bang li wezîr Tunç kir: Ji Rihayê dest bi karê xwe bike
14:47 Tê payîn ku zem dê li motorînê bê kirin
14:47 Namzeta Serokatiya Meclisê ya Partiya Çepên Kesk bû Hatîmogûllari
14:22 Cezayê hefsê li rojnamevanê hatibû derbkirin birîn
13:30 Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin
12:20 DMME’yê Yuksekdag û Demîrtaş mafdar dît
12:19 Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin
11:59 Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Di doza ‘guh nedin ên weke serokkomar ji we pereyan dixwazin’ de biryara beraetê
11:41 Bi hinceta erdhejê cenazeyê Tekmenûray nadin malbata wê
11:23 Ji bo koma cigareyê ya BAT’ê zem hate kirin
11:12 Abdullah Ocalan: AKP, hewl dide Hamasa Kurd ava bike
11:11 Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan?
10:32 Akin: Em ê ji bo azadiyê têkoşînê xurttir bimeşînin
10:06 Li Amedê avahiyê xesarekî mezin gihiştibûyê hilweşiya
09:59 Li Emniyeta Nisêbînê çeteya talankirinê derket holê
09:02 ‘Li dijî kedkarên tenduristiyê polîtîkayên tundiyê dimeşînin'
09:01 Li Akbelenê piştî hilbijartinê zext zêde bûn
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
05/06/2023
21:56 Îbrahîm Kalin bû serokê MÎT’ê yê nû
21:48 Gulmez a bi giranî brîndar bûbû piştî 40 rojan anîn nexweşxaneyê
21:39 Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê hatin berdan
18:37 Kesên ku di 5’ê hezîranê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
17:52 Li Tûzlayê cînayeta kar
16:43 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
16:15 Jina ku ji polîstiyê îstîfa kir bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 HDP’ê bang li ciwanan kir: Tev li pêvajoya veguherînê bibin
15:36 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê binpêkirinên li bajar parve kir
14:43 Endamên MYK’a CHP’ê ya nû diyar bûn
14:42 Edîbe Şahîn hate berdan
14:33 Ji dosyeya KCD’ê ya Rihayê piştî 4 salan beraet bû
14:26 Li Amedê 52 kesên li konbajar diman jehrî bûn
14:13 Di doza Onur Can Yaser de li her polîsekî 6 sal ceza hate birîn
13:47 Doza tecawizê ya li cemaetê taloqî 17’ê tîrmehê hat kirin
13:13 Ferît Şenyaşar: Em ê pankarta ‘edaletê’ li Meclisê daliqînin
13:10 Sekretera Jinan a Giştî ya SES’ê Atabey hate berdan
13:02 Li gorî TUÎK’ê di meha gulanê de enflasyon ji sedî 39,59 e
12:51 Li 4 bajaran lehî rabûn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:47 Di doza rojnameger Olçen de dê xwe li benda biryara ‘girtinê’ bigirin