Rojnameger Şengalî: Şengal qels bibe dê Rojava jî qels bibe

  • rojane
  • 09:00 7 Hezîran 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Argeş Şengalî diyar kir ku êrişên li ser Mexmûr, Rojava û Şengalê di çarçoveya Peymana 9'ê Cotmehê de tên kirin û got: "Heke ku Mexmûr qels bibe, dê Şengal qels bibe, Şengal qels bibe vê carê jî dê Rojava qels bibe." 

 
Di 9’ê Cotmehê de di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta başûrê Kurdistanê de ji bo kontrolkirina Şengalê Peymanek hatibû îmzekirin. Peymana ku beyî vîna civaka êzidî hatibû îmzekirin bi tu awayî nehate qebûl kirin û civaka êzidî li dijî vê li ber xwe da. Civaka êzidî bi israr e ku rê nede peymanê. Lê belê Iraq û PDK’ê hemû derfetên xwe xistine dewreyê û bi polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê dixwazin peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin. Bi girêdayî peymanê artêşa Iraqê li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrîşeke nû da destpêkirin û xwest ku wargehê dorpêç bike. Lê Mexmûriyan rê neda vê yekê û heta ku bi artêşa Iraqê paş ve gav da avêtin li ber xwe da. Rojnameger Argeş Şengalî der barê plan û êrişên li ser herêmê de axivî. 
 
'PEYMAN HAT RED KIRIN'
 
Rojnameger Şengalî ku bal kişand ser Peymana 9'ê Cotmehê, anî ziman ku peymana 9'ê cotmehê li herêmê nagihije armanca xwe û wiha got: "Di Şengalê de hin rewşên cuda hene. Hewledanên provakasyonan didomin. Dixwazin ku li herêmê aloziyekê derxînin û civaka êzidî û misilmanan bînin li hemberî hev. Ev planên wan hemû girêdayî hev in û ji 9'ê cotmehê ne cuda ne. Bi îmzekirina peymana 9'ê cotmehê xwestin ji aliyê siyasî ve bi ser civaka êzidî de werin lê êzidî li dijî vê jî rabûn. Ev peyman ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate red kirin û gotin, 'Tişteke ku derveyî îradeya civaka êzidî nayê qebûlkirin' piştî ku nekarîn vê peymanê li vê derê bi cih bînin vê carê Artêşa Iraqê êrîşî civaka êzidî kir. Bi her awayî bi ser vê civakê de hatin, lê negihiştin armanca xwe. Ji ber ku ew jî dizanin ku tu bingeh û rastiya vê peymanê nebû."
 
'ÊRÎŞÊN LI SER MEXMÛR Û ROJAVA GIRÊDAYÎ PEYMANÊ NE'
 
Argeş Şengalî, da zanîn ku êrîşên li dijî Mexmûr û rojavayê Kurdistanê di çarçoveya Peymana 9’ê Cotmehê de ne û wiha domand: "Beriya niha li vir hewl dayinên hin provakasyonan hebûn. Bi van provakasyonan xwestin ku civaka êzidî weke civakeke ku dijmin e nişan bidin. Lêbelê ev planên wan li Şengalê derbas nebûn. Niha jî hikumeta başûrê Kurdistanê li ser Şengalê hin amadekariyan dikin. Planên wan ê li ser Şengalê hene û berdewam jî dikin. Nehatina Sûdan a Şengalê jî yek ji perçeyê vê planê ye. Di hevdîtina Sûdan a bi Mesut Barzanî re plan li ser Şengalê hatine kirin. Ev plane jî niha tên pêkanîn. Plana yekemîn deriyê sînor yê li ser Şengalê hate girtin. Xwestin nefesa gelê Rojava bigirin. Her wiha dorpêçkirina Mexmûrê jî ji vê planê cuda nayê bidestgirtin. Di encama van hevdîtinan de xwestin ku wargeha Mexmûrê dorpêç bikin. Bi girêdayî van planan êrîşî Şengalê dikin. Li gel dorpêçkirina Mexmûrê du caran Şengal jî hedef hat nişandan. Bi taybetî jî Xanesor û gundê girêdayî wê hatine hedef girtin. Berxwedana ku li Mexmûrê hatiye dayin artêşa Iraqê nêçar kir ku paş ve gavê biavêje. Ji sala 90'an ve ew gel li wir tevî hemû êrîşan jî li ber xwe da. Hikumeta Kurdistanê bi salane ambargo daniye li ser wargehê û nehişt ku heta erzaq jî ji wargehê re biçe. Ev êrîşe bi hevkariyekê, li ser xeta Mexmûr, Şengal û Rojava didomin. Bêgûman ev êrîşe hemû girêdayî peymana 9'ê cotmehê ne. Heke ku Mexmûr qels bibe, Şengal qels dibe, Şengal qels bibe vê carê jî dê Rojava qels bibe. Ji ber ku ev herêm di bin siwana netewa demokratîk xwe bi rê ve dibin. Ji ber ku ev pergala netewa demokratîk roj bi roj xwe nû dike û bi hêz dike, wisa dixuye ku ev êrîş dê bidomin." 
 
'XETA SEREKE BERXWEDANE'
 
Rojnameger Argeş Şengalî, diyar kir ku PDK’ê ji bo ku planên xwe bi cih bîne serî li her cûre tiştan daye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê tevî vê jî civaka êzidî vedigere li ser axa xwe. Lê bi piştgiriya PDK'ê êrîş li ser Şengalê çêbûn. Sedemên vê jî ew bû ku civaka êzidî venegere Şengalê. Lê çiqasî êrîş jî bikin xeteke êzidiyan a sereke heye ku ew jî berxwedan e.Vegerên êzidiyan zêde dibin. Ji ber wê ev êrîş dê di Şengalê de negihijîn armanca xwe. Bi girêdayî vê li ser Mexmûrê jî heman êrîş didomin. Lêbelê tevî êrîşên artêşa Iraqê jî heta niha hikumeta Kurdistanê helwesteke aşkere nîşan nedaye. Bêdengiya PDK'ê ya li hemberî êrîşên li ser kurdan jî ji hevaltiya wê ya bi van hêzan re nişanî me dide. Lê civaka êzidî ji roja ewil heta dawiyê piştgiriya xwe ya ji Mexmurê re nişan da. Îro tişta ku ji me re pêwîst piştgirî û tifaqiya me ye. Li dijî hevkariya li dijitiya kurdatiyê dike em tekoşîna xwe birêxistin bikin."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

01/07/2025
16:15 Li Îranê di şeş mehan de 424 kes hatin darvekirin
15:46 Komîsyona Ciwanan a ÎHD'a Enqereyê hate damezirandin
15:42 Hûrgiliyên gelaleya DEM Partî dê pêşkeşî komîsyonê bike diyar bûn
15:24 Komeke paşverû li Beyoglûyê kom bû
15:15 Danişîna Nîmet Tanrikûlû hate taloqkirin
15:00 Malpera înternetê ya Lemanê hate astengkirin
14:55 Îfadeyên xebatkarên Kovara Lemanê yên li emniyetê temam bûn
14:52 Tulay Hatîmogûllari çû serdana TESK’ê
14:51 Der barê girtiyên li Girtîgeha Dûmlûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
14:48 Şandeya ji Ewropayê çû serdana DEM Partiyê
13:58 Li Erxeniyê mirina bi guman
13:57 DAD’ê têkildarî Madimakê daxuyanî da: Bila Komîsyona Lêkolînên Heqîqetê bê avakirin
13:48 Gemlîk vêcarê bi pileya 3.0’ê hejiya
13:43 Îran: Heke DYA temînatê nede em ê muzakereyan nekin
13:36 Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin
13:30 Li Gemlîkê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
12:54 Wezîr Yûmakli têkildarî şewatan daxuyanî da
12:50 Bakirhan: Bila komîsyon bê avakirin, gavên demokratîkbûnê bên avêtin
12:45 Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da
12:35 Li Gemlîkê erdhej
12:19 Li Hatayê şewat belav dibe: Ka ew 27 balafir û 105 helîkopter li ku ne?
12:03 DEM Partî: Em li dijî hemû zextên li ser muxalefetê ne
12:02 Ferîde Eralp: Em ji bo aştiyeke jin tê de azad bixebitin
11:36 Bayindir: Geşedanên kurewî kongreya netewî ferz dike
11:35 Serokatiya demê ya YE’yê derbasî Danîmarkayê bû
11:21 DYA’yê mueyîdeyên ser Sûriyeyê rakir
11:21 Li Elkê têketina 3 herêman hate qedexekirin
11:15 Xelata serketiyên pêşbirka wênekêşiyê nehate dayîn
11:14 Çalakî û meşên li Beyoglûyê ji bo rojekê hatin qedexekirin
11:13 Şewata li Antakyayê didome
11:13 Bi hinceta ‘stokê’ dest danîn ser tirşiyê girtiyan
11:12 Li 3 navçeyên Manîsayê şewat derket
11:11 Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome
11:11 Jin li Gimgimê ji bo çand, xweza û azadiyê civiyan
10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’