ENQERE - Serokkomarê AKP'i Erdogan, bi rojeva endamtiya Swîsreyê ya NATO'yê bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Stoltenberg re civiya.
Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, li Dolmabahçeyê bi rojeva endamtiya Swîsreyê ya NATO'yê bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg re civiya. Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin û rayedarên NATO'yê jî tev li civînê bûn.
Civîn ji çapameniyê re girtî pêk hat û bi qasî saetekî berdewam kir. Di civînê de bi mijara endamtiya Swîsre ya NATO'yê re mijarên herêmî û kurewî jî hatin nirxandin.