HELEB - Rayedarek rejîma Sûriyeyê der barê êrîşa DYA’yê ya Şamê de axivî û got: “Geşedanên dawî destwerdanek, ango êrîş nîne. Beriya DYA, li Şamê bide çend roj berê Rûsya cihê dê rastî êrîşê bên ji me re ragihand û xwest em jê vekişin. Rewş bi temamî ev e. Her wiha hem DYA û hem jî Rûsya çekên xwe test kirin.”
Şêrê li ser Sûriyeyê şîroveyên “Şerê sêyemîn ê cîhanê derdikeve gelo” bi xwe re anî. Li Sûriyeyê şerê wekaletê xelas bû û aktorên navnetewî û herêmî daketin qadê û şer gihîşt qonaxek din. Di çarçoveyek lihevkirinek navnetewî de Bi berdêla Herêma Rojhilatê Gûta ya Şamê destûr hat dayîn Efrîn bê dagirkirin û qeyrana li Sûriyeyê kûrtir kir. Piştî geşedanên li Efrînê ku ket rojeva cîhanê, li ser nîqaşên çekên kîmyewî ku tê gotin li Dûma ya Şamê bikar anîne, bloka ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û Îngîltere pêk tê êrîşî Şamê kir.
HEMÛ HÊZAN LIHEVKIRIYE
Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku derxistina komên radîkal û selefi ya ji Gûtayê li ser lihevkirina DYA û Rûsya pêk hatiye û êrîşa li dijî Şamê jî di encama peymanekê de pêk hatiye. Çavkaniyan destnîşan kir ku dema hêzên rojavayî li Şamê dixistin yên ji Gûtayê derxistin bi awayekî bêdeng li Efrînê bicih kirin û dê li Sûriyeyê nexşe çawa bê x3ezkirin û dê kî li ser maseyê be beriya niha hatiye amadekirin. Çavkaniyan êrîşa bloka DYA, Fransa û Îngîltere ya li dijî Şamê wek “lîstik” binav kirin û îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî hemû aktorên navnetewî yên li Sûriyeyê bi hevparî kirine rojeva xwe. Çavkaniyan got ku “lîstikê” bi êrîşa fuzeyan a li ser Şamê dewam kiriye û hemû hêz mijarên mîna Heleb, Idlîb û başûrê Sûriyeyê û gelek mijarên din danîne ser maseyê û lihevkirinan pêk anîne.
RÛSYA DIZANÎBÛ
Rayedarekê rejîmê yê nexwest navê xwe bide û derbarê lêdana Şamê de axivî, wiha got: “Pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê rû dan, êrîş an jî mûdaxileyek nebû. Berevajî hemû hêz ji nû de çûn lihevkirinan. Piştî Efrîn û Gutayê valetiyên çêbûn jî, hewldan dabigirin. Beriya DYA, li Şamê bide çend roj berê Rûsya cihê dê rastî êrîşê bên ji me re ragihand û xwest em jê vekişin. Rewş wisan pêş ket. Dîsan hem DYA û hem jî Rûsyayê çeketên xwe ceribandin û test kirin.”
KURD Ê ENCAMÊ DIYAR BIKIN
Yek ji rojeva gerim a Sûriyeyê jî Efrîn e. Piştî Tirkiyey û komên hevkarên wê yên selefi Efrîn dagir kirin, li herêmê hevsengî guherîn. Rewşa kaosê ya berê li Helepê heyî, niha li Efrîn û derdorên wê tên jiyîn. Komên selefi yên bi salan Helep şewitandin û wêran kirin, niha jî li Efrînê heman karî dikin. Weke ku tê xuyakirin dê ev komploya li ser Efrîn û derdora wê bi ser nekeve. Kurt û dostên kurdan hemû wisan difikirin û dibêjin. Rûsya ya ku saheya hewayê ji Tirkiyeyê re vekir û bû sedm ku Efrîn bê dagirkirin, êdî pir cûda li rewşa heyî mêze dike û ji bo Efrînê teslîmî rejîma Sûriyeyê bike zextan li Tirkiyeyê dike. Di van rojên dawî de Rûsya ev zextên xwe zêdetir kirin. Lê Tirkiye qezenca bi dest xistî dixwaze berfirehtir bike û hewl dide rêyên Helep û Îdlîbê bigire. Komên selefî yên hevkarên Tirkiyeyê Til Rifatê dixwazin û Îran jî ku li ser herêmê bi bandore, ketiye derde parastina bajarokên Nubul û Zehra yên Helebê. Ev hevsengiya hatî avakirin, wisan xuya dike ku dê pir dirêj nedûme. Di rewşa şerekê rû bide de, dê berxwedan gelê kurd û dostên wê encamê diyar bikin.
MA / Nazim Daştan