MÊRDÎN - 2'yemîn danişîna doza Nisêbînê ya derbarê 50’î kesên di dema qedexeya derketina derve de hatin tehliyekirin de vebû li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dest pê kir.
2'yemîn danişîna doza Nisêbînê ya 50’î kesên di 26’ê Gulana 2016’an de piştî qedexeya derketin derve ya li Nisêbinê hatin tehliyekirin dest pê kir. 2'yemîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê li Salona avahiya Miduriyeta Bajar a Merdînê ya Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat. Ji girtîgehên cûda girtî beşdarî danişînê bû. Hin xizmên girtiyan û rojnameger piştî kontrola GBT’ê demek şûn de derbsî salona danişînî bûn. Danişîn bi tespît kirina nasnemeyan dest pê kir û li bendê ye ku girtiyên berê parastin nekiribûn, bi axivin.
Danişîna 16’ê Çile, 9 rojan berdewam kir û girtiyna di parastina xwe de êrîşên li ser Efrînê û tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û darbarê modela rêveberiyên xweser de parastin kirin. Dinava 50’î kesên tên darizandin de 17 jê zarok hene û doza zarokan jî taloqî 28’ê Hezîranê hatibû kirin.