ŞIRNEX – Li dijî baregeha leşkerî ya herêma Besta ya Şirnexê êrîş pêk hat û di êrîşê de 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Li dijî baregeha leşkerî ya li herêma Besta Şirnexê êrîş pêk hat. Piştî êrîşî pevçûn dest pê kir û herî kêm 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birînda bû.
Leşkerên mirin û birîndar bûn bi kelîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Li herêmê operasyon û tevgera leşkerî didome.