AMED - Odeya Tabîban a Amedê piştî civina Lijneya Rêveberiyê ya 2 rojan hevserokên xwe hilbijart. Di hilbijartinê de endamên odeyê baweriya li hemberî hevserokên xwe yên berê Dr. Semra Guzel û Dr. Mehmet Şerîf Demîr xurt kir û ji nûve hilbijartin.
Odeya Tabîban a Amedê (DTO) bi armanca rêveberiya xwe ya nû diyar bike Civîna Lijneya Rêveberiyê pêk anî. Civîn roj yekemîn li salona civînê ya Muşavîrên Malî pêk hat. Doja duyemîn ji hilbijartina rêveberên odeyê li Odeya Tabîban a Amedê pêk hat. Hilbijartina odeyê di navbera 09.00-17.00'an de li Odeya Tabîban a Amede pêk hat. Endamên odeyê baweriya xwe ya li hemberî Hevserokên Odeya Tabîban yenê berê Mehmet Şerif Demir û Semra Guzel xurt kir û Dr. Semra Guzel û Dr. Mehmet Şerîf Demîr ji nûce hilbijartin.